Artêşa dagirker efserekî rejîmê dîlgirt

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê efserekî hêzên Rejîma Sûriyê di sînorên Sûriyê de dîl girtin.

Artêşa dagirker efserekî rejîmê dîlgirt
29 cotmeh, 2019   20:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenekî de ku li ser ‘Facebookê`ê belav bûye, çeteyan lêpirsînê bi efserekî hêzên rejîma Sûriyê dikin da ku agahiyên leşkerî der barê çekan de jê bigirin.

Çete bi rêbazeke kirêt lêpirsînê dikin û heqaretê lê dikin. ji zabitê rejîmê dike.

li gorî mikurhatinên efserê birîndar ew li ber deriyê sînor ê Bab El-Hewa yê parêzgehê Helebê dîl hate girtin.

(şx)