Şêniyên Serêkaniyê: Em gotinan naxwazin , pratîkê dixwazin

Şêniyên Serêkaniyê yên ku neçar mane koçber bibin, diyar kirin ku berxwedana wan a li hemberî dagirkeriyê berdewam e û bang li civaka navdewletî kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û sûcên dagirkeriyê bi dawî bikin.

Şêniyên Serêkaniyê: Em gotinan naxwazin , pratîkê dixwazin
29 cotmeh, 2019   17:44
QAMIŞLO

 

Ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dagirkirina beşên ji axa Sûriyê û koçberkirina bi hezar sivîlan ji bajar û gundên wan, şêniyên bajarê Serêkaniyê yên koçber bûne li ber avahiya Komseriya Bilind a NY`î ya Karûbarên Penaberan li bajarê Qamişlo çalakiyê protestoyî li dar xistin.

Çalakî duh destpê kir. Bi dehan şênî tev li çalakiyê bûn. Konê çalakiyê bi pankartên `QSD`ê vîna me ye`, `Lihevkirin ne li gorî vîna gelan e em tu carî qebûl nakin` hate xemilandin. Çalakvan elekên spî ku bi sê zimanên Erebî, Kurdî û Suryanî `Serêkaniyê dîrok e`, `Ji dagirkeriya Tirk re na` û `Ji qirkirinê re na` hatibû nivîsîn li xwe kirin.

Îro şêniyên navçeya Amûde serdana konê çalakiyê kirin.

Dema şêniyên navçeya Amûde gihaştin çalakiyê, çalakvanan berê xwe dan avahiya Komseriya Bilind a NY`î ya Karûberên Penaberan. Li wir endama rêveber a Kongreya Star a Serêkaniyê Sebah Cuma axivî û diyar kir ku Serêkaniyê sembola aştiyê ye û dê heya rizgarkirina wê ji dagirkeran li berxwe bidin.

Êdî bes e ji bêdengiya cîhanê re

Sebah civaka navdewletî muxetab girt û got: "Êdî em bêdengî qebûl nakin. Me tevahiya mirovahiya parast. Ji bo ku cîhan di nav aştiyê de be me bi tiştên xwe yên herî buha feda kir. Ji bêdengiya xwe derkevin."

Sebah behsa binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî kir û bang li rêxistinên navdewletî kir ku van binpêkirinan bi dawî bikin.

Ji aliyê xwe ve Kongreya Star a navçeya Amûde Xaliya Qasim destnîşan kir ku kirinên li Serêkaniyê  rûdane berdewamkirina komploya li dijî Efrînê ye. Her wiha bêdengiya navdewletî şermezar kir û got: "Em gotinan naxwazin lê belê pratîk dixwazin."

Xaliya got, gelê Bakur  û Rojhilatê Sûriyê dagirkeriyê qebûl nake û dê heta dawiyê li berxwe bide.

Çalakî bi serdana şênî û nûnerên saziyên civaka sivîl berdewam e.

(şx)

ANHA