Rûsya êrişa li dijî polîsên wê derewand

Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê agahiyên derbarê topabarana li dijî polîsên wê yên li nêzî deriyê sînor ê Dirbêsiyê de derewand.

Rûsya êrişa li dijî polîsên wê derewand
29 cotmeh, 2019   17:08
NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê agahiyên derbarê  topabarana li dijî polîsên wê yên li nêzî deriyê sînor ê Dirbêsiyê de derewand.

Dazgehên çapemeniyê û malperên nûçeyan agahiya ketina topekê li ber deriyê sînor ê Dirbêsiyê li nêzî dewriyeke rûsî belav kirin.  Li gorî agahiyan di encamê de hejmarek polîsên rûsî birîndar bûn.

Dazgehan dîmen û wêneyên kêliya teqînê belav kiribûn. Nûçegihanan gotin ku top li nêzî erebeyên dewriya rûsî ketî.

Beriy çend kêliyan navenda lihevanînê ya Rûsyayê ya li Sûriyê hedefgirtina yekîneyên polîsa leşkerî ya Rûsyayê li ber deriyê sînorî li Sûriyê derewand.

(şx)