Çeteyên Tirkiyê  li Til Temirê 14 endamên hêzên rejîmê dîlgirtin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Til Temirê 14 endamên hêzên rejîma Sûriyê di nav de efserek dîlgirtin.

Çeteyên Tirkiyê  li Til Temirê 14 endamên hêzên rejîmê dîlgirtin
29 cotmeh, 2019   16:23
HESEKÊ

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş bir ser bargeheke hêzên rejîma Sûriyê li navçeya Til Temirê û 14 endamên rejîmê di nav de efserek dîlgirtin.

Dîmenê dîlgirtinê li ser malperan hatiye belavkirin. Di dîmen de nêzîkatiyên dermirovî yên çeteyan li hemberî dîlgirtiyan diyar dibe.

ANHA