Şêniyên Minbicê piştgirî dan QSD‘ê

Şêniyên Minbicê û gundewarê wê di xwepşendana îro de piştgiriya xwe ya Hêzên Sûriye Demokratîk û Meclisa Leşkerî destnîşan kirin.

Şêniyên Minbicê piştgirî dan QSD‘ê
29 cotmeh, 2019   16:23
MINBIC

Şêniyên ji çarxerêya El-Sefîne ber bi çarxerêya Karkerê Paqijiyê ve ya li ser rêya Helebê meşiyan. Di meşê de alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Sûriye Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tevî pankartên bi nivîsên "Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriye Demokratîk parêzvanên me ne" , "Mil bi mil bi ciwanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê em axa welatê xwe biparêzin" hatin hildan.

Li ber çarxerêya Karkerê Paqijiyê meş rawestî û veguherî mitîngê. Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê hevserokê Meclisa Qanûnsaz Mihemed Elî El-Abo, Meclisa Leşkerî ya Minbicê berdevkê meclisê Şervan Derwîş, Partiya Sûriyê ya Pêşerojê hevserokê partiyê şaxê Minbicê Ezab El-Abûd û Meclisa Ciwanan a Minbicê û gundewarê hevserokê meclisê Hecî Mistefa axaftin hatin kirin.

Axaftvanan fedekariyên mezin ên şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriye Demokratîk ji bo rûniştandina ewlehiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin.

Her wiha balkişandin ser hevgirtina tevahiya pêkhateyên ji bo parastina herêmê ji projeyên mitîngerî û dagirkerî û têkbirina wê pêwîst in.

Axaftvanan êrişa Tirkiyê li ser sivîlên ewle û pêkanîna komkujiyan şermezar kirin û banga berxwedanê kirin.

Ji aliyê xwe ve berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê di axaftina xwe de got dê ew bibin mertalê parêzerê gelê xwe ji tevahiya êrişan.

Piştî bidawîbûna axaftinan şêniyan sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin. Mîtîng li ber stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(şx)

ANHA