ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29. 10. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29. 10. 2019
29 cotmeh, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Hesekê şehîdên meha Cotmehê bi bîr tînin û cenazeyê du şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Dijwar dispên axê, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi desteka şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê hewl dide rêya diwelî ya M4 kontor bike da ku Eyn Îsayê dorpêçe bike. Şervanên QSD‘ê bersiva hewldan û tevgerên wan ên bi vê mebestê didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cenazeyê birayê xwe yê ji aliyê çeteyên artêşa Tirk ve hatî kuştin û êşkencekirin dikire da ku li gorî rêgezên olî veşêre. (BI WÊNE Û DÎMEN).

BERXWEDANA RÛMETÊ

-Şêniyên bajarê Qamişlo û koçberên Serêkaniyê yên li Qamişlo bi cih bûne  beşdarî çalakiya kon a li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li taxa Siyahî dibin, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Minbicê meşeke girseyî li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Cebhet El-Nusra û DAIŞ‘ê li dar dixin, meş ji çerxerêya Sefîna ber bi qada giştî ya navenda bajêr dest pê dike, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber topbarana dewleta Tirk û çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê li ser gundê Erîşa, şênî ber bi deverên ewle ve dikevin rê. Zehra Îsmaîl ji ber topbaranê ji gundê xwe derket wiha dibêje:"Hey xweda ma em ê ji ber dewleta Tirk, Cebhet El-Nusra û DAIŞ bi ku ve biçin?." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Piştî destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn nebûn alîgirê van şeran, lê belê 'Rêka seyêmîn' danîn holê û 'modela Rojava' dan ava kirin. (BI WÊNE).

ANHA