Rêveberiya Xweser: Dûrxistina me ya ji komîteya destûrî hêzê dide çeteyan

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê: Di demekê de ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê têne kirin dûrxistina Rêveberiya Xweser ya ji komîteya destûrî, tê wateya çavgirtina li ser êrişan e û înkarkirina nûnerên derdora 5 milyon sûrî ye.

Rêveberiya Xweser: Dûrxistina me ya ji komîteya destûrî hêzê dide çeteyan
28 cotmeh, 2019   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demekê de ku nûnerê taybet ên Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Gerr Pederson amadekirina lihevkirinên komîteya bingehîn a Sûriyê dike, hat ku nûnerên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jê hatine dûrxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha hate gotin:

"Di demekê de ku Tirkiyê êrişî herêmên me dike, Neteweyên Yekbûyî û nûnerê wê yê taybet ji bo Sûriyê Gerr Pederson amadekariyên lidarxistina civîna nû ya komîteya destûra bingehîn a Sûriyê dikin ku di meha Îlona îsla de hatî avakirin. Wekî tê zanîn nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteyê hatine dûrxistin, ev dûrxistin çavgirtina li ser binpêkirinên Tirkiyê û çeteyên yên der heqê me ye, di heman demê de înkaririna îradeya zêdeyî 5 milyon sûrî ye.

Gelê me bi fedekariyeke mezin serkeftineke dîrokî li dijî DAIŞ‘ê bi dest xist û di aliyê leşkerî de têk bir. Kuştina serokê rêxistina DAIŞ‘ê ji bo Sûriyê û cîhanê tevahî serkeftineke girîng e. Hebûna El-Bexdadî li herêmên di bin serweriya Tirkiyê û alîkarên wê de delîlê her ber bi çav e ku Tirkiyê zemîna vegera DAIŞ‘ê amade dike. Ji xwe êrişên Tirkiyê ji bo vê armancê ye. Di heman demê de êriş ji bo qirkirina gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyê ye.

Em Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast dikin ku ev nêzîkatî û dûrxistin xizmeta çareseriya demokratîk li Sûriyê nake. Rûxistina me ji bo çetayan û Tirkiyê aktora hêzê ye. Her wiha bi bê edaletî di avakirina komîteyê de diyar dike. Em diyar dikin ku em xebata xwe ya ji bo Sûriyeke yekbûyî, demokratîk, pirreng bidomînin. Em radighînin ku biryarên vê komîteyê an hevdîtinên bêyî hebûna îradeya siyasî ya gelê me me eleqede nake. Em bang li cîhanî dikin ku li hemberî siyasetên înkarkirinê yên der heqê gelê me yê Kurd û hemû pêkhateyên û keda wan a tunekirina terorê bi berpirsyartî tevbigire. Her wiha divê e cîhanê ji êrişên faşîmza Tirk hişyar be. Rûrxistina gelê me ji komîteya destûra bingehîn, tê wateya xwendina şaş a ji rewşa heyî ya Sûriyê. li gel dûrxistina beşek ji Sûriyeyê ne mumkine bi ti awayan çareserî û armanî pêk were yan jî destûreke demokratîk ava bibe.

Em bang li gelê xwe yê li welat û derveyî welat dikin ku xwepêşandan û çalakiyên protestoyî yên li dijî siyasetên înkarkirin û bê edaletiyê derheqê wê bidomîne. Nemaze ku nûnerên çeteyên Tirkiyê û kesên destekê didin DAIŞ û dagirkeriya Tirkiyê û parçekirina Sûriyê û navên kesên ji herêmê me yên nûnertiya hêrêmê û pêkhateyên wê nakin hatine beşdarkirin. Tişta ku dihêle mirov matmayî bimîne ew ku gelê li dijî dagirkeriyê û hewldanên afirandina şerê navxweyî li ber xwe dane nehatine beşdarkirin."

ANHA