Esper: Hêzên me di parastina bîrên petrolê de berdewam in

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Mark Esper got, tevî kuştina Ebû Bekir El-Bexdadî, rewşa ewlehiyê li Sûriyê hîna aloz e.

Esper: Hêzên me di parastina bîrên petrolê de berdewam in
28 cotmeh, 2019   19:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Esper diyar kir ku operasyona kuştina Ebû Bekir El-Bexdadî, derbeyeke mezin ji bermahiyên DAIŞ`ê re bû.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê  her wiha got, ku hêzên welatê wî li Sûriyê bi şirîkên  xwe re  di şerê DAIŞ`ê de û parastina bîrên petrolê de berdewam in.

(rr)