Li Reqayê pankartên şermezarkirina dagirkeriya Tirk hatin daliqandin

Şaredariya Gel a Maclisa Sivîl a Reqayê, ji sibehê ve pankartên şermezarkirina êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li kolanên bajêr û otobîsan  daliqandin.

Li Reqayê pankartên şermezarkirina dagirkeriya Tirk hatin daliqandin
26 cotmeh, 2019   17:58
REQA

Çalakiyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li herêmên cuda yên Reqayê berdewam in.

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê jî bi rêbazekî cûda xwest êrişan şermezar bike û balê bikşîne ser sûcên dagirkeriyê li dijî sivîlan, binpêkirinên wê yên ji qanûnên mafên mirovan, bi karanîna çekên qedexekirin, qetilkirina siyasetmendar Hevîn Xelef. 

Di vê çarçoveyê de şaredariyê ji saetên sibehê ve pankart û wêneyên balê dikşîne ser sûcên dagirkeriyê, siloganên piştgiriya bi Berxwedana Rûmetê re û banga yekitiya xaka Sûriyê li ( Çerxeriya El-Saa, Çerxerêya El-Neîm, El-Sewamai, aliyê têketina El-Frosiye, Bab Bexda, Parka El-Reşîd, Fakulteya Wêjeyê daliqandin. Her wiha li ser otobîsên veguhetstina hundirîn ên girêdayî Şaredariya Gel hatin daliqandin.

Nivîs û gotinê pankartan  wiha bûn `Terora DAIŞ`ê bi rûyekî nû vedigere Sûriyê`, `Bakur û Rojhilatê Sûriyê sembola berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk e`, `Êrîşên dagirker ên Tirkiyê qanûnên navneteweyî binpê dike`, `Na ji êrîşên dagirkeriya Tirk re`, `Em şer naxwazin`, `Diyalogê rêgeza me ye, em yekitiya axa Sûriyê teqez dikin û ji bo parastina xaka xwe em ê li ber xwe bidin`.

Tê payîn ku çalakiyên daliqandina pankartan, bidome û pankaret li tevahiya tax û kolanên bajarê Reqayê werin daliqandin.

(rr)

ANHA