Sersaxî ji malbata şehîd Hemze re hate xwestin

Xuşka şehîd Hemze, Nesrîn Xelef di bin konê sersaxiya birayê xwe de got, ew ê berxwedana xwe ya li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bidomînin û mayîna Tirkiyê li ser axa xwe qebûl nakin.

Sersaxî ji malbata şehîd Hemze re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hemze re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hemze re hate xwestin
26 cotmeh, 2019   17:45
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Tirbespiyê herikîn bin konê sersaxiya şehîdê Hêzên Erka Xweparastinê Hemze El-Xelef ê ku di Berxwedana Rûmetê de li bajarê Serêkaniyê şehîd bûye.

Konê sersaxiyê li gundê Sofiye hate vedan. Di merasîmê de endamê Koordînasyona Kongreya Star Hediye Şemo, hevserokê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Ebdulrehîm Hiso, endamê Partiya Yekitiya Demokratîk ( PYD) Dîrok Mele Beşîr û fermendarê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Ebdulxenî Silêman axivîn.

Axaftvanan gotin, ku ew dagirkirina Tirkiyê li axa Sûriyê red dikin û banga derxistina wê û berxwedanê kirin. Her wiha sûcên artêşa Tirk a dagirker der heqê sivîlan de şermezar kirin.

Xuşka şehîd Hemze Nesrîn El-Xelef bi navê malbatê axivî û diyar kirin ku ew ê berxwedana li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berdewam dikin. Nesrîn teqez kir ku mayîna dagirkeran li ser erdê wan qebûl nakin û soza berdewamkirina têkoşînê heya pêkanîna serkeftinê da.

Piştî axaftinan şêniyan sloganên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

(şx)

ANHA