Bîlançoya îro ya şer û berxwedana li gundewarê Serêkaniyê

Şervanên QSD‘ê yên li eniyên gundewarên bajarê Serêkaniyê li dijî êrişên dagirkeran mafê parastina rewa bi kar tînîn. Di bersivdayînê de gelek dagirker hatin kuştin û alavên wan ên leşkerî hatin îmhakirin.

Bîlançoya îro ya şer û berxwedana li gundewarê Serêkaniyê
26 cotmeh, 2019   20:42
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker çeteyên DAIŞ, Cebhet El- Nusra agirbest binpê dikin û ji nîvro  û vir de bi kordîneya balafirên keşfê bi çekên giran, panzêr, tank, obis û hawanan êrîşî gundê Derdara, Moriks, Xirbê Hemîd, Esediyê, Bûr Nuh, Menacir, Leylan, Um El-Esafîr, Arîşa, Soda, Til Diyab, Salihiyê û baxçeyên zeytûnan , kirin.

 Şervanên QSD‘ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar tînin û bi tundî bersiva van êrîşan dan û gelek xetan êrîşên dagirkeran şikandin.

Di encama şerê heya niha didome de şervanên QSD‘ê li gundê Soda erebeyeke doçka û panzerek îmha kirine. Li gundê Leylan jî erebeyeke doçka li ser hate îmhakirin, di encamê de gelek çete hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Şer li van gundan bi dijwarî didome.

ANHA