Carla Del Ponte: Divê Erdogan were darizandin

Ajansa Reuters li ser zimanê lêpirsa berê di NY`yê de (Seroka giştî ya berê ya idiyayan ji dadgeha cînayetan a navdewletî ya girêdayî NY`yê) Carla Del Ponte got êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirineke mezin ji zagonên navdewletî ye.

Carla Del Ponte: Divê Erdogan were darizandin
26 cotmeh, 2019   13:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Carla Del Ponte di hevdîtineke bi rojnameya "Schweiz am Waochenende" a Siwêsrayê re diyar kir ku ew ji êrîşên Erdogan ên li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, matmayî ma.

Rojnameyê destnîşan kir ku  hevalbendên Tirkiyê di NATO`yê de di navd e DYA`yê êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rexne kir.

Carla Del Ponte di hevdîtina xwe ya îro de got divê lêpirsîn bi Erdogan were kirin ji ber ku ew bi pêkanîna sûcên şer ji ber êrîşên leşkerî li dijî Sûriyê hatiye tewanbarkirin.

Carla Del Ponte di axaftina xwe de wiha got:"Divê lêpirsîn ji ber êrîşên wî were kirin û ew pêkanîna sûcên şer were tewanbarkirin û em nahêlin ku ji cezayan were efûkirin.”

Carla Del Ponte destnîşan kir ku dewletên Ewropayê ji ber kiriyarên Tirkiyê û piştî ku Erdogan gef xwar ku ewê derî li pêşiya penaberan veke da ku berê xwe bidin Ewropayê li pêşiya Tirkiyê,  ditirsin.

Carla Del Ponte got Erdogan bepanberan weke kaxezeke zextê her tim bikar tîne.

(bx)