Misir careke din êrîşên dewleta Tirk red kir

Îro careke din Misir redkirina xwe ji êrîşên dewleta Tirk li dijî herêmên Baukur û Rojhilatê Sûriyê re dûbare kir û got bi vê yekê zagonên navdewletî têne binpêkirin.

Misir careke din êrîşên dewleta Tirk red kir
26 cotmeh, 2019   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Sahim Şukî diyar kir ku Sûriyê li ser xaka xwe rastî binpêkirineke nû û dagirkirina bakurê wê tê. Her wiha got ev yek binpêkirina ji zagonên navdewletî û pîvanên ku tevgera El-Enhiyaz li ser hatiye avakirin.

Şukrî di axaftina xwe ya di lûtkeya 18`emîn a serokên dewlet û hikûmetên endam ên Tevgera Edim El-Enhiyaz li Bako paytexta Azra Bako hat lidarxistin banga rawestandina êrîşan û vekişandina hêzên ku êrîş dikin, kir. Şukrî îşaret bi girîngiya destpêkirina çaresriya siyasî û pêkanîna biryara meclisa ewlehiyê ya 2254 kir.

(bx)