Ji ber êrişên artêşa dagirker, du sivîl û şervanekî QSD`ê birîndar bûn

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bejahiya Serêkaniyê, du sivîl û şervanekî QSD`ê birîndar bûn.

Ji ber êrişên artêşa dagirker, du sivîl û şervanekî QSD`ê birîndar bûn
26 cotmeh, 2019   13:19
HESEKÊ

Di encama êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê DAIŞ û El-Nusra li ser gundê Esediyê, jina bi navê Meryem Xelef Mihemed a 55 salî bi guleya dagirkeran birîndar bû. Her wiha welatiyê bi navê Mihemed Mistefa Tahir jî ji heman gundî birîndar bû.

Her wiha li gundê Mirêkis ê girêdayî Zirganê di encama êrişa dagirkeran de, şervanekî QSD`ê bi navê Ehmed Xelef Casim birîndar bû.

Li herêmên navborî şerên dijwar berdewam dikin û gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene.

(kc)

ANHA