Çeteyên Tirk endamên tîma tenduristiyê ya Serêkaniyê li Silûkê qetil kirin

Piştî ku peywendî bi wan re qut bû hat zanîn ku çeteyên dewleta Tirk ên Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra tîmeke tendirûstiyê ku ji 3 kesan pêk tê li herêma Silûk a gundewarê Girê Spî, kuştin.

Çeteyên Tirk endamên tîma tenduristiyê ya Serêkaniyê li Silûkê qetil kirin
25 cotmeh, 2019   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên  Mirovan a Sûriyê şehadeta 3 kadroyên tendirûstiyê di nava de du hemşîre belge kirin. Kadroyên tendirûstiyê ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirer li herêma Silûk a gundewarê Girê Spî ve, hatin şehîdxistin.

Tê zanîn ku peywendî beriya çend rojan bi kadroyên tendirûstiyê re qut bûbû û çarenûsa wan ne diyar bû. Paşê hat diyarkirin ku komên çete ew kuştine û cenazeyên wan avêtine kanalîzasyonan.

Li ser toreyên tevna civakî gelek dîmen hatin belavkirin ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra gelek sûcên şer û sûcên dermirovahî pêk anîne. Sûc bi rêya topbarana sivîlan, bi çekên qedexekirî, kuştina siyasetmedar û lîstina bi cenazeyê şervanan, pêk hatine.

(bx)