Bi dîmen û wêne.. Bi rondikan û erebeya astengdar berê xwe dide cihê ewle 

Ji ber êrişên artêşa Tirk a daigirker, çeteyên DAIŞ û El-Nesra li ser gundewarên Serêkaniyê sivîl koçber dibin .

Bi dîmen û wêne.. Bi rondikan û erebeya astengdar berê xwe dide cihê ewle 
Bi dîmen û wêne.. Bi rondikan û erebeya astengdar berê xwe dide cihê ewle 
25 cotmeh, 2019   09:20
HESEKÊ –BASIL REŞÎD

Di 17’ê Cotmehê de agirbest ji aliyê Amêrka û Tirkiyê ve  hate raghandin .Artêşa Tirk, çeteyên DAIŞ û El-Nesra agirbestê binpê dikin û bi tang ,Top û balafir êrişî gundewarên Serêkaniyê (Menacîr ,Cafa ,Erbeîn û Esediyê )kir .Ji ber êrişên dijwar sivîl berê xwe didin navçeya Til Temirê .Nûçeghanê Ajansa me ANHA’yê li cihê ku artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nesra  sivîl topebaran dikirin, amade bû, bi wêne û dîmen rastiya binpêkirina agirbestê  û koçberiya sivîlan şopand .

Dayikek ji gundê Menacîr hewar dikir û tevî herkîna rondikan digot: "Artêşa Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nusra êrişî me dikin. Ji ber êrişan, ji gund derketin û berê xwe didin navçeya Til Temirê .Artêşa dewleta Tirk a dagirker, çeteyên DAIŞ û El-Nusra agirbestê bin pêk dikin.”

Dayik ji ber heyecan û metirsiya zêde nikarîbû rewşê binirxîne û bi erebya astengdar hin pêdiviyê xwe bi cih kiribû û berê xwe dida Til Temirê.

Şervavên QSD’ê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan didin û gel diparêzin.

(kc)

ANHA