Dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine, yekser jinan dike hedef û dikuje

Di 9’ê Cotmehê de bi hewldana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker xwest, şoreşa jinê ya Rojava ku di sedsala 21‘an de ji tevahî jinên cîhanê re bûye hêz, bifetisîne.

Dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirine, yekser jinan dike hedef û dikuje
25 cotmeh, 2019   08:26

Hîna di Tîrmeha 2012‘an de dema ku bingeha şoreşa ji aliyê jinan ve hat destpêkirin, dijminahiya xwe veneşart. Çeteyên DAIŞ’ê li ser sînor kom kirin û derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Di 6 salên dawîn de tarîtiya ku DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê ava kiribû, bi pêşengtiya YPJ’ê tekoşîneke bêhempa hat dayîn û ew tarîtî hat rûxandin.

Bi destê jinan DAIŞ hat têkbirin. Piştî binkeftinê, çeteyên DAIŞ’ê yên mayî xwe ji nû ve komî ser hev kir  û dîsa pêleke dagirkeriyê ya dîtir dest pê kir.

Erdogan û çeteyên wî beriya niha cihên ku dagir kirine, hemû kiryar û binpêkirinên xwe û sûcên dermirovî yekser li dijî jinan bûn.

Jixwe dewleta Tirk û çeteyên wê qadên Sûriyê yên dagir kirine, nîşaneya hewldana ferzkirina îdolojiya DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn e.

Weke ku aqlê mirovahiyê bixapîne, êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‘kaniya aşîtiyê’ bi nav kir. Erdogan û çeteyên wî di destpêkirina êrîşên xwe de her tim zarok û jin dikir hedef. Ji kiryar û binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ferzkirina laçika reş li ser jinên bajarê Girê Spî ye.

Herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine wek Cerablus, Bab, Ezaz û bi taybet li Efrînê pergala xwe li ser qirkirina jinan ava dike.

Di sala 2016’an de bi navê ‘Diri El-Firat’ Erdogan û çetewên wî êrîşî herêmên girêdayî Şehba mîna Cerablus, Ezaz û Babê kir û yekser li dijî jinan bû. Çeteyan pergala ‘cîhat’,  xenîmet’ û ‘talan’ bingeh digirtin û bi wê re jî gelek zarokên keç revandin.

Ji ber ku li wê heremê bi awayeke durist agahî nayên girtin, hejmara revandiyan ne zelal e. Lê belê agahiyên di çapemeniyê de jî tên weşandin, gelekê balkêş in.

Bi qasî agahiyên ku hatine bidestxistin, jina bi navê Reşa Bîsîs pêşî ji aliyê çeteyan ve tê tecawîzkirin û piştre li kolanê û bi dîmen tê qetilkirin.

Li Cerablusê koma çeteyên ku bi navê Asîfal Şîmal û serçeteye vê komê Elî Sîco ye û keça (15) tecawîz dike. Di encamê vê tecawîzê ew keş avis didbe û diwelide. Çete zarokê ku hatiye dinyayê diavêjin ser çopê.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, para Efrînê ya ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk hebû û tê de jinan bi awayeke azad cihê xwe digirt. Lê bi dagirkirina Efrînê ya ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve jin di serî de hatin hedefgirtin.

Li bajarê Efrînê yê ku di bin dagirkeriya Erdogan û çeteyên wî de sîstemeke mafya hatiye avakirin. Şênî tê revandin û ji malbatên wan fîdye tê xwestin.

Li gorî detayên çapemeniya navneteweyî yên ku hatine sepandin ên li ser bajarê Efrîn yê ku hatiye dagirkirin, ji 16’ê Adara 2018’an û vir ve nêzî 3 hezar şênî hatiye revandin û jê jî 50 jin in.

Der barê jinên ku hatine revandin de, malbatên wan tu agahî li ser negirtine û çarenûsa wan ne diyar e.

Li Efrînê li hember sivîlan talan, dizî, revandin, îşkence, tecawîz û gelek sûcên şer tên kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi navê ‘çiqila zeytûnê’ êrîşî kantona Efrînê kir û dagir kir. Lê piştî dagirkirinê jinên Efrînê wek ku çawa li Şengalê hatiye kirin, di bazaran de tên firotin.

Der barê sûcên şer yên ku li dijî jinên Efrînê hatine kirin  de, Kongre Star lêkolînek pêk anî. Li gorî vê lêkolînê endama Koordînasyona Kongre Star Hediye Şîmo ji raya giştî re eşkere kir ku jinên ji aliyê leşkerên Tirk û çeteyên wê tên revandin di bazarên Ezaz’ê de, tên firotin. Hediye Şîmo ya ku bi xwe jî Êzîdî ye diyar kir ku ev kiryarên pêk tên, Şengalê tîne bîra me “çawa ku DAIŞ jinên Şengalê ji cih û warên wan kir û ew di bazaran de firotin, qetil kirin, îro jî dewleta Tirk heman kiryaran li Efrînê pêk tîne. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ’ê jî ji hêza jinê ditirsin. Ji lew re bi rêbazên qirêj êrişî jinan dikin. Gelek tiştên xirab çêbûn. Bi taybet jin li herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, çi jiyan dikin, ne zelal e.. Jin rastî destdirêjiyan tên, tên qetilkirin, keçên ciwan tên revandin. Ruxmê ku ji herêmê tam agahî nayên girtin jî, lê bi rojane agahiyên der barm revandin û qetilkirinê de tên. Niha jî agahiyên ku jin di bazaran de têne firotin hene. Di vir de dibînin ku dîrok xwe dubare dike”

Di bajarê Efrînê de ji berê de tevlîbûna jinan ji jiyana civakî re gelekê vekirî û rehet bû, lê îro derketina jinan bê laçik û bê destûra zilam hatiye qedexekirin.

Li gorî agahiyên ku bidestketine, dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên dagir kirine, heman rêbazê dayîna laçikên reş li ser jinan ferz dikin. Piştî çete ketin Serêkaniyê, jinên ku dixwestin birevin ji hêla çeteyan ve di astengiyan re derbas bûne û zarokên keç bi taybet ravandin.

ANHA