Senherîb Bersûm: Êrişa Tirkiyê hebûna Suryanî û dêrên wan dike xeteriyê

Senherîb Bersûm diyar kir ku dêrên wan niha di xeteriyê de ne û got: “Êrişa dewleta Tirk a dagirker hebûna gelê Suryan tehdîd dike. Tirkiye lihevkirinan binpê dike. Divê dagirkeriya Tirk bi dawî bibe."

Senherîb Bersûm: Êrişa Tirkiyê hebûna Suryanî û dêrên wan dike xeteriyê
25 cotmeh, 2019   05:20
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR-ŞÎNDA EKREM

Girêdayî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û xeteriyên wan êrişan hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm ji ajansa me re axivî.

Êrişa Tirkiyê ji hebûna gelê Suryan re tehdîdek rastîn e

Bersûm êrişa Tirkiyê wek tehdîdek rastîn ji hebûna gelê Suryan re hesiband û got: "Êrişê metirsiyên mezin ji bo gelê me yê resen ku li ser erdê xwe li herêmên Sûriyê dijî afirand. Di encama êrişê de koçberiyek çêbû. Bi taybet li herêmên mîna Serêkaniyê û Girê Spî. Ev şer dibe ku bibe sedema tunebûna gelê me bi giştî li herêmê. bi zorê tê koçberkirin. Ev jî li dijî mirovahiyê sûceke."

Bersûm di nav gotinên xwe îşaret bi siyasetên dewleta Tirk kir û got: "Hertim Erdogan hewl dide demografiya herêmê biguhere. Ew li dijî tevahiya kêmneteweyan e û desteka her kesê ku xwedî li hişmendiya wî ya radîkal û tund derdikeve dike. Ev guhertina demografîk xeteriya herî mezin li ser herêmên me dimîne."

Tirkiyê lihevkirinan pêk nîne

Bersûm balkişand ser lihevkirina dawîn a di navbera Putin û Erdogan û got: "Ruxmî pêkhatine lihevkirinê jî li Rejîma Tirkiyê pêk nîne. Beriya wê jî lihevkirinê agirbestê jî neanî cih. Lihevkirina herêma ewle bi DYA`yê re pêk neanî. Lê belê êrişî herêmên Sûriyê kir."

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm bang li civaka navdewletî û NY`î kir ku zextê bikin ji bo ku mudexeleya leşkerî bi dawî bikin û got: "Rejîma Tirkiyê desteka komên terorîst dike û hewl dide li Sûriyê vejîne."

Girêdayî rewşên koçberan piştî êrişa Tirkiyê Bersûm diyar kir ku piraniya koçberan ji herêmên Girê Spî, Serêkaniyê û gundên ku dikevin di navbera her du bajaran in. Hejmara wan dighêje 200 hezar kes. Bersûm teqez kir ku piraniya koçberan bi hebûna dagirkeriyê û çeteyên girêdayî wê nikarin vegerin herêmên xwe.

Divê dagirkerî bi dawî bibe

Girêdayî bûyerên lîstina bi cenazeyan û darvekirinên meydanî yên ku der heqê şêniyên bakurê Sûriyê pêk hatine, Bersûm destnîşan kir ku sûcên hatine kirin asta kîna wan û fikrê wan ê tarî ji gelên herêmê re diyar dike û got: "Ev wêneyên ku di hişên gelên me de xêz bûne dihêlin ku metirsiyên wan ji vegera dagirkeriyê û çeteyên wê çêbibin. Em teqez dikin ku daxwaze me bidawîkirina dagirkeriyê û çeteyan e ji bo ku gelê me bi awayekî ewle vegere herêmên xwe."

Bersûm hejmara suryaniyên ku bûne qurbana topbaran artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet topbarana li ser Qamişlo û Dêrikê eşkere kir û got: "Haletên hinek ji wan xeter in. Ji ber tirsa li ser jiyana xwe suryanên herêmên sînor bi awayekî komî koçber bûn. Rewşa wan bi giştî baş e. Lê bi destpêkirina êrîşan re piraniya rêxistinan ji herêmê derketin. Em bang dikin ku rewşa koçberan di ber çavan re were derbaskirin û bi awayekî ewle vegerin herêmên xwe."

Dêrên me di xeteriyê de ne

Bersûm balkişand ser ku divê ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker der heqê cihên olî de bi taybet dêran baldar bin û wiha domand: "Dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî Efrînê bûn me dît ku çi bi cihên dîrokî çi yên suryanî yan jî yên êzîdî kirin. Armanca wan çeteyan xirabkirin, wêrankirina cihên olî û talankirina parçeyên dîrokî ye. Li van herêman li gel vê êrişê tehdîd li ser cihên olî yên xiristiyan heye. Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de zirar gihaşt hinek dêran li gundên ser sînor bi taybet ên Serêkaniyên."

Bersûm destnîşan kir cihên olî yên suryan li Serêkaniyê niha li pêşberî xeteriyê ne piştî ku çete û artêşa Tirk a dagirker bajar dagir kirin û wiha pê de çû: "Çaranûsa dêrên me li hember kîna wan çeteyan ne diyar e."

Di dawiyê de hevserokê Partiya Yekitiya Suryan bang li cîhanê, civaka navdewletî û NY`î kirk u mudexele bikin û wiha berdewam kir: "Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker de taybetmendiya me û hebûna me li herêmê  di xeteriyê de ne. Em spasiya hewldana hinek dewletên ku livîn. Lê li ser erdê nikarîn êrişa Tirkiyê rawestînin."

(şx)

ANHA