QSD`ê hewldana derbasbûna artêşa Tirk û çeteyên Cebhet El-Nusra têk bir

Hêzên Sûriyê Demokratîk hewldana derbasbûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra ya derbasbûna gundê Leylan a girêdayî Serêkaniyê têk bir.

QSD`ê hewldana derbasbûna artêşa Tirk û çeteyên Cebhet El-Nusra têk bir
25 cotmeh, 2019   06:17
HESEKÊ

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya agirbestê didomin. Di vê çarçoveyê de, şevê din artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Azad û Cebhet El-Nusra hewl dan derbasî gundê Leylan a girêdayî Serêkaniyê bibin Şervanên QSD`ê hewldana wan têk bir û şer rû da. Di encama şer de, 3 çete hatin kuştin û hin çeteyên din jî birîndar bûn.

(kc)

ANHA