Meclisa Jinên Sûriyê banga hesabxwestinê ji sûcdarên lîstina bi cenazeyê şervana YPJ‘ê kir

Meclisa Jinên Sûriyê sûc û êrişên li ser gelê Sûriyê bi taybet li ser jinan bi tundî şermezar kir û banga hesabxwestinê ji sûcdarên lîstina bi cenazeyê şervana YPJ‘ê kir.

Meclisa Jinên Sûriyê banga hesabxwestinê ji sûcdarên lîstina bi cenazeyê şervana YPJ‘ê kir
24 cotmeh, 2019   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Jinên Sûriyê têkildarî sûcên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kiryara lîstina bi cenazaya şervana YPJ‘ê Amara daxuyaniyek niviskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi xwîneke sar û li ber çavê cîhanê ya ku kerr û kor bûye komên terorîst ên girêdayî dagirkeriya Tirk şervana YPJ‘ê Amara şehîd xistin û bi cenazeyê wê lîstin. Mînakên vê sûc û kiriyara li dijî mirovahiyê kêm in, lê ji bo komên terorîst ên alîgirên dagirkeriya Tirk tiştekî ne nû ye, beriya wê li pêşberî her kesî Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef şehîd xistin û li Efrîna dagirkirî bi cenazeyê şehîd Barîn Kobanê lîstin."

Meclisa Jinên Sûriyê bi navê hemû jinan sûc û êrişên li ser gelê Sûriyê bi taybet sûcên li ser jinan şermezar kir û bang li Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlekariyê û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bike û êriş û şer rawestinîn.

Her wiha banga hesabxwestinê ji Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê kirin û got:  "Ji ber bêndeniya heyî ya li hemberî sûcên dagirkeriyê welatiyê Sûriyê Elî Wezîr li pêşiya Konseya Karûbarê Penaberan a NY‘yê ya li bajarê Cinêvê agir berda benda xwe."

ANHA