ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25. 10. 2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25. 10. 2019
25 cotmeh, 2019   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin, dê werin şopandin.

-Qonaxa duyemîn a Berxwedanê Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê gotin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dikin sînaryoya Efrînê li herêmên nû dûbare bike û DAIŞ‘ê zindî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

Di 9’ê Cotmehê de bi hewildana dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewleta Tirk a dagirker xwest, şoreşa jin a Rojava ku di sedsala 21‘an de ji tevahî jinên cîhanê re bûye îlham bifetisîne. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

-Senherîb Bersûm got, dêrên wan di xeteriyê de ne, êrişên Tirkiyê hebûna gelê Sûryan dike hedef û ev tişt anî ziman: "Tirkiyê lihevkirina pêk neanîne, divê dagirkeriya Tirk bi dawî bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Koçberên Serêkaniyê yên li Hesekê diyar kirin ku çeteyên dagirkeriya Tirk malên wan wêran kirin û milên wan desteser kirin. Jinek dibêje ku di êrişê de du zarokên  wê hatin kuştin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Di bin dijwariya topbaran tewşankî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajarê Serêkaniyê, neçarî koçberiyê dibe. Du zarokên xwe li paş wê di binê enkazê de dimînin. Dayika Fexriye, wiha dibêje:``Artêşa Tirk mala me topbaran kir, hîna zarokên min  di binê enkazê de mane. Çi dijware, ji ber êrîşên Tirkiyê ez nikarim herim zarokên xwe derxînim û veşêrim.`` (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA