Dayika Fexriye, nikare zarokên xwe yên di binê enkazê de derbixe

Di bin dijwariya topbaran tewşankî ya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajarê Serêkaniyê, neçarî koçberiyê dibe. Du zarokên xwe li paş wê di binê enkazê de dimînin. Dayika Fexriye, wiha dibêje:``Artêşa Tirk mala me topbaran kir, hîna zarokên min  di binê enkazê de mane. Çi dijware, ji ber êrîşên Tirkiyê ez nikarim herim zarokên xwe derxînim û veşêrim.``

Dayika Fexriye, nikare zarokên xwe yên di binê enkazê de derbixe
25 cotmeh, 2019   05:35
HESEKÊ

Dayîka Fexriye ya 80`ê salî. Ji Serêkaniyê neçarî koçberiyê dibe, ew jî wek hezaran ji ber êrîşên dewleta Tirka dagirker û çeteyên wê naçarî koçberiyê dibin. Lê dayika Fexriye wek her koçberekî, çîrokeke wê ya bi êş heye.

Dayika Fexriye di roja yekem a topbarana hovane ya dagirkeriya Tirk li ser bajêr, bi kurê xwe yê biçûk re koçber bû. Lê piştî rojekê balafirên dagirkeriya Tirk mala wê bombebaran kirin.

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de, du kurên wê şehîd bûn û di binê enkazê de man. Tekane xema dayikê ew e ku vegere mal û zarokên xwe derbixe û veşêrîne.

Dayika Fexriye ku niha di dibistaneke bajarê Hesekê de bi cih dibe wiha got:``Ji berî çend rojan ez ji Serêkaniyê hatim, wê demê topbaran bê navber berdewam bû. Balafirên dagirkeriyê jî bombebaran dikir, mala min jî ku herdu kurên min di nav de bûn hate bombebarankirin.``

Dayika bi êş wiha got: “Ji xwe re bifikirin, ez nikarim herim Serêkaniyê , nikarim herim zarokêm xwe ji binê enkazê derxînim û veşêrim.``

Li ser parçe cileke kevin rûniştibû, bi xemgînî û nefesên kurt dayika Fexriye dipirsiya:``Dagirkeriya Tirk, çi ji me dixwaze? Bi sedan şênî û zarokên me qetil kirin. Pirniya wan hîna di binê enkazê de ne. Mal û dikanên me dizîn û wêran kirin.”

Dayika Fexriye tevî kurê xwe bi 5 malbatên ji 35 kesan pêk hatine di odeyekê de bi cih dibin. Dayîka Fexriye got: “Ji ber komploya wan em koçber bûn û bê war mane. Lehneta xweda li wan be. Ji ber berjewendî û destdirêjiyên wan bi hezaran ji vî gelî, koçber û derbider bûn.”

Li ser jiyana xwe ya pêş êrîşên dagirkeriya Tirk, dayika Fexriye wiha got:``Jiyana me xweş bû, av û kehreba û pêdiviyên pêwîst, hebûn. Her kesekî bi zimanê dayikê dixwendin, em Kurd, Ereb, Suryan me bi hev re jiyaneke hevbeş derbas dikir.``

Dayikê da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, mal û milkên gel talan bikin û qirkirinê pêk bînin. Dayîka Fexriye wiha domand:``Mala me hate rûxandin, em nikarin vegerin Serêkaniyê jî. Li vir di dibistanê de xizmetguzarî tuneye, av û kehreba jî bi ser de tuneye.``

Dayika Fexriye di dawiya axaftina xwe de got:`` Dewleta dagirkeriya Tirk çi ji vî gelê aştîxweaz dixwaze, jiyaneke aram û bi ewle diqedandin. Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewletên cîhanê efu nakin ku bi dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê re bûne hevkarê komployê û bihezaran sivîlan, qetil û derbider dikin.``

(rr)

ANHA