‘Em mafê xwe di jiyanê û fêrbûnê de dixwazin‘

Bi sedan xwendekar û mamosteyên navçeya Tirbespiyê bi dirûşmeya "Em mafê xwe yê jiyanê û fêrbûnê dixwazin û em dagirkirina Tirkiyê ji xaka me re, şermezar dikin" meşek lidar xistin.

‘Em mafê xwe di jiyanê û fêrbûnê de dixwazin‘
‘Em mafê xwe di jiyanê û fêrbûnê de dixwazin‘
‘Em mafê xwe di jiyanê û fêrbûnê de dixwazin‘
‘Em mafê xwe di jiyanê û fêrbûnê de dixwazin‘
‘Em mafê xwe di jiyanê û fêrbûnê de dixwazin‘
‘Em mafê xwe di jiyanê û fêrbûnê de dixwazin‘
‘Em mafê xwe di jiyanê û fêrbûnê de dixwazin‘
23 cotmeh, 2019   11:35
QAMIŞLO

Bi sedan xwendekar û mamosteyên navçeya Tirbespiyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û banga mafê wan ê fêrbûnê de, her wiha ji bo rêxistinên parastina zarokan erka xwe ya mirovî pêk bînin û dagirkeriyê bidawî bikin, li pêşiya navenda perwerdeyê ya li navçeyê kom bûn û meşek lidar xistin.

Di meşê de wêneyên zarokên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, her wiha pankartên bi nivîsa,"Em mafê xwe di jiyan û fêrbûnê de dixwazin", "Dewleta Tirk xwediyê terorîstan e", "Na ji kuştina zarokan re û em naxwazin bimrin em dixwazin fêr bibin" hatin hildan. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin.

Meş li Qada Azadî veguhrî mîtîngê. Di mitîngê de bi navê xwendekarên navçeyê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê xwendekar Dilvîn Bedir ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi navê xwendekarên Tirbespiyê em êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li dijî biratiya gelan, şermezar dikin.

Zarokên me kuştin. Malên me hatin rûxandin. Bi hezaran malbat neçarî koçberiyê bûn. Zarokên me ji xwendinê û lîskê mehrûm man.

Ev hemû kiryarên  dewleta Tirk a dagirker e. Li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî û rêxistinên parastina zarokan bê deng in. Bê dengiya wan îxaneta wan diyar dike.

Em weke xwendekarên Tirbespiyê bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên Ewropayê dikin ku sînor ji kuştina Erdogan, komkujî û sûcên şer ku pêk tîne, deynin û parastina zarokên me bikin da ku bi aştî bijîn.

Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên parastina zarokan dikin ku erka xwe li beramberî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne û dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê bidawî bike."

Paşê gurûpeke ji xwendekarên şanoyek der barê komkujiyên ku artêşa Tirk a dagirker li dijî zarokan pêk tîne, pêşkêş kir.

Di dawiyê de dirûşmeyên şermezarkirina dagirkirinê û bidawîkirina hebûna Tirkiyê li ser xaka Sûriyê hatin berzirin.

(bx)

ANHA