QSD: Şervanekî me li dijî êrîşan artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyeke fedayî pêk anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encamên şer û berxwedana roja 14`emîn eşkere kir.

QSD: Şervanekî me li dijî êrîşan artêşa Tirk û çeteyên wê çalakiyeke fedayî pêk anî
23 cotmeh, 2019   11:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Navendê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Artêşa dagirker di dîroka 22`ê mehê de jî êrîşên xwe neda sekinandin.

Serêkaniyê

Komên çete xwestin bi seyareyên zirxî xwe nêzî çeperên şervanên me bikin. Hêzên me bi armanca parastinê bersiv dan vê tevgerê û çeteyek hat kuştin.

Dêrik

Balafirên keşfê û yên şer yên artêşa dagirker li ser herêmê di tevgerê de bûn. Artêşa dagirker di dîroka 22`ê mehê de li ser xeta sînor liv û tevgera xwe bi seyareyên sivîl domand.

Herêmên Kobanî û Eyn Îsa

Di dîroka 22`ê mehê, di seet 9`ê sibê de komên çete û artêşa dagirker bi hejmareke mezin, seyareyên zirxî, çekên giran û bi piştgiriya balafirên bê mirov xwestin êrîş bibin ser gundê Çelbê. Hêzên me bersiv dan êrîşan û heya saet 12 şerên giran qewimîn. Li vir gelek kuştî û birîndarên artêşa dagirker çêbûn. Dîsa di şerê li derdorê gund ku heya êvarê berdewam kir de bi kêmanî 50 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin, seyareyek zirxî hat rûxandin.

Di encama bersivdana hêzên me li dijî êrîşan, bi kêmanî 50 çete hatin kuştin, seyareyek zirxî û motorek hatin rûxandin.

Hevalê me Sebrî, di şerê li gundê Celbê de bi awayekî lehengî heya fişeka xwe ya dawî şer kir. Heval Sebrî piştî ku di encama brîndariya hevrêyên xwe de di dorpça komên çete de ma, ji bo ku nekeve dest bi bombeya xwe çalakiyek fedaî pêk anî û şehîd ket. Hevrê Sebrî, di xeta Arîn û Barînan de, di kêliyên ku dijmin bawer dikir gihîşt armanca xwe de bi armanca perçekirina dorpêça dijmin çalakiyek fedaî pêk anî. Em ê agahiyên nasnameya rêheval Sebrî pişt re bi raya giştî re parve bikin.

Di vê berxwedanê bi giştî de 16 rêhevalên me şehîd ketin û 13 hevalên me brîndar bûn.”

(kc)