Meclisa Serêkaniyê:Em herêma ewle ku artêşa Tirk bi rê ve bibe red dikin

Meclisa Navçeya Serêkaniyê ragihand ku heke herêma ewle pêwîst dike, divê hem di milê asmanî û hem di bejahî, di bin serpereştiya dewletên navdewletî de be, ne di bin sîwana artêşa Tirk a dagirker de be.

Meclisa Serêkaniyê:Em herêma ewle ku artêşa Tirk bi rê ve bibe red dikin
23 cotmeh, 2019   11:40
HESEKÊ

Li dijî êrîşên artêşa Tirk û komkujiyên der heqê şêniyên herêmê de, Meclisa Navçeya Serêkaniyê li dibistana Ehmed Xelef a li taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê, daxuyanî ji raya giştî re dan.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Navçeya Serêkaniyê Fadiya Îbrahîm ve û bi beşdariya endamên meclis û koçberên ku ji neçarî ji malên xwe derketine, hate xwendin.

Daxuyaniya navçeya Meclisa Serêkaniyê wiha ye:

"Em wekî gelê herêma Serêkaniyên ên li kantona Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê yên hovane disekinin, her wiha li dijî bikaranîna çekên di nava civaka navdewletî de qedexe ne û artêşa Tirk pêşberî civaka navdewletî bi kar tîne disekinin. Artêşa Tirk mal û gundên me wêran kirin, gelê me koçber kir û bi hemû kiryarên dizî, şewat û talankirinê rabû.

Em kiryarên artêşa Tirk ku cudabûnê naxe navbera zarok, jin û mêran de, her wiha sûcên dermirovî pêk anîn, şermezar dikin.

li vê derê em bang li civaka navdewletî, rêxistinên mirovî û Meclisa Ewlehiya Navdewletî dikin, ku yekser kiryarên dewleta Osmanî ku AKP`ê, Erdogan û çeteyên destekê dide wan nûnertiya wê dikin, rawestînin.

Em aşîtîxwaz in, şer naxwazin, em Sûriyeke yekgirtî, xakeke yekgirtî dixwazin, parçekirinê û dagirkirinê red dikin, em jiyaneke aram li welatê xwe dixwazin.

Heke çareserî di avakirina herêmê ewle de be, divê ne din çavdêriya Tirkiyê de, lê belê di bin çavdêriya dewletên cîhanî de be, artêşa Tirk xaka welatê me talan dike.”

Daxuyanî bi israra berdewamkirina berxwedana li dijî artêşa Tirk bi dawî bû.

(eh)

ANHA