Şêniyên Til Temirê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir cenzeyê şervanê QSD`ê Mîlad Mihemed Daûd (Rêdûr) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû li Goristana Şehîdên Til Temir, oxir kir.

Şêniyên Til Temirê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir
Şêniyên Til Temirê şehîdekî Berxwedana Rûmetê oxir kir
23 cotmeh, 2019   10:58
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temir a girêdayî kantona Hesekê cenazeyê şervanê QSD`ê Mîlad Mihemed Daûd (Rêdûr) li Goristana Şehîdan a Til Temirê oxir kir. Rêdûr di 21`ê Cotmehê de di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gundewarên navaçeya Zirgan a girêdayî herêma Serêkaniyê, şehîd bû.

Şêniyan cenazeyê şehîd wergirt û bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîdan a Til Timirê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Her wiha destnîşan kir ku her tim şervanan şerê terorê dikirin û parastina xaka welatê xwe dikirin ji ber dijmin dixwaze hebûna gelên herêmê tine bike.

Paşê wesîqeta şehadetê hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Rêdûr di nava tilîlî û dirûşmeyan de hat oxirkirin.

(bx)

ANHA