‘Kesên kelûbelên Tirkiyê dikirin hevalbendê komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne‘

Şêniyên bajarê Qamişlo û xwediyê dukanên bazirganiyê îşaret bi girîngiya boykotkirina kelûbelên Tirkiyê kirin.

‘Kesên kelûbelên Tirkiyê dikirin hevalbendê komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne‘
‘Kesên kelûbelên Tirkiyê dikirin hevalbendê komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne‘
‘Kesên kelûbelên Tirkiyê dikirin hevalbendê komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne‘
‘Kesên kelûbelên Tirkiyê dikirin hevalbendê komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne‘
‘Kesên kelûbelên Tirkiyê dikirin hevalbendê komkujiyên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne‘
23 cotmeh, 2019   10:39
QAMIŞLO

Artêşa Tirk a dagirker ji 9`ê Cotmehê ve bi dijwarî êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Di encama wê de bi sedan ji şêniyên herêmê şehîd bûn û zêdeyî 700 kes jî birîndar bûn her wiha zêdeyî 200 hezar kes neçarî koçberiyê bûn.

Dewleta Tirk a dagirker hemû saziyên xwe xiste seferberiyê da ku destek dibin êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Yek ji çavkaniyên ku destekê dide van êrîşên kelûbelên Tirkî ne.

Girêdayî mijarê xwediyê dukaneke bazirganiyê li bajarê Qamişlo Azad Namis got wan kelûbelên Tirkiyê boykot kirine, tenê kelûbelên herêmê difroşin û wiha anî ziman:"Pereyên ku me pê kelûbelên Tirkiyê dikirin, dibin gule û davêjin sînga zarokên me û malbatên me û şêniyên me pê koçber dibin."

Namis bang li tevahî bazirganên li bajarê Qamişlo û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku berhemên Tirkî boykot bikin û wan nexin sûkan.

Her wiha beşek ji şêniyên bajarê Qamişlo gotin wan berhemên Tirkiyê boykot kirine.

Şêniyên bajarê Qamişlo gotin ku her kesê ku kelûbelên Tirkî dikirin hevalbendê komkujiyên ku li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê.

(bx)

ANHA