‘Em dixwazin li malên xwe vegerin, em naxwazin koçberî dewletên derdor bibin’

Koçberên ji Serêkaniyê derketina ji herêmên xwe û li welatên derdor koçber kirin red kirin, her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku garantiya vegera koçberan li malên wan misoger bikin û rê li pêşiya dagirkirinê bigirin.

‘Em dixwazin li malên xwe vegerin, em naxwazin koçberî dewletên derdor bibin’
‘Em dixwazin li malên xwe vegerin, em naxwazin koçberî dewletên derdor bibin’
‘Em dixwazin li malên xwe vegerin, em naxwazin koçberî dewletên derdor bibin’
‘Em dixwazin li malên xwe vegerin, em naxwazin koçberî dewletên derdor bibin’
‘Em dixwazin li malên xwe vegerin, em naxwazin koçberî dewletên derdor bibin’
‘Em dixwazin li malên xwe vegerin, em naxwazin koçberî dewletên derdor bibin’
23 cotmeh, 2019   11:13
QAMIŞLO-KELSÛMA ALÎ

Êdî armanca sereke ya artêşa Tirk a dagirker diyar e, ku ew jî guhartina demografiya herêmê û bi armanca pêkanîna projeya Erdogan a valakirina herêmê ji niştecihên wê.

Di encama êrîşên artêşa Tirk li dijî bajarê Serêkaniyê û gundewarên wê, her wiha li dijî sivîlan çekên di nava cîhanê de qedexekirî ne bi kar anî, şêniyên herêmê neçar man, ji herêmên xwe derkevin.

Ji 9`ê Cotmehê ve anku ji destpêka êrîşên artêşa Tirk ve, 309 malbatên ji bajarê Serêkaniyê û gundewarên koçî navçeya Girkê Legê bûne.

Ji roja yekem ji koçberkirina şêniyên Serêkaniyê, Meclisa navçeya Girkê Legê dest bi avakirina komîteyên ji endamên meclis, Şaredariyên Gel û Heyva Sor pêk tê, kirin, da ku karûbarên koçberan bi rê ve bibin, nexasim piştî ku rêxistinên navdewletî ku piraniya wan ji ber êrîşên artêşa Tirk ji herêmê derketin, alîkarî bi koçberan re nekirin.

Koçber li hejmarek ji dibistanên bajêr her wiha di malên netemamkirî de bi cih bûne, ji ber vê yekê rêxistinên herêmî kelûpelên xwarinê, cil û bergan, derman û tiştên din pêşkêşî koçberan dikin.

Ajansa me  rewşa koçberan şopand. Koçberan îşaret bi armanca sereke ya artêşa Tirk a topbarankirina herêmên şênî lê bi cih dibin û wêrankirina gundan kirin, her wiha bang li civaka navdewletî kirin ku garantiya vegera li malên xwe bikin.

Hedla Cumaa ku ew jî ji Serêkaniyê ye wiha anî ziman:"Em ji malên xwe derketin û koçî rojhilat bûn, balafir û tankên artêşa Tirk malên me topbaran kirin, lewma em koçber bûn, êdî em li kolan û koçiyan man, ji ber êrîşên artêşa Tirk me gelek zor û zehmetî dîtin."

Hedla Cumaa bang li civaka navdewletî kir, ku dawî li dagirkeriyê bînin û garantiya vegera li malên xwe bidin.

Hedla wiha dawî li axaftina xwe anî: “ Tirkiyê me topbaran dike, ji ber vê em ji malên xwe derketin, Erdogan çi ji me dixwaze?, Em dixwazin li mal û xaka xwe vegerin, em li dibistanan dimînin, her wiha li kolan û koçiyan radizên, me gelek zehmetî dîtin.”

Her wiha koçbera bi navê Aliya Mistefa got: “ Em di nava êş û janeke zehmet de dijîn, artêşa Tirk bi tank û topban me topbaran kirin, zarok û şehîdên me li Serêkaniyê di bin topên Tirkiyê de mane.”

Alî wiha dewam kir: “ Em dixwazin li malên xwe vegerin, em naxwazin koçî dewletên herêmî yên wekî Iraqê yan jî Tirkiyê bibin, em li herêmê dijîn hêvîdar in li malên xwe vegerin.”

Her wiha hejmarek ji zarokên bi malbatên xwe koçber bûne, axivîn û banga vegera li dibistanên xwe kirin, her wiha bang li gelê Kurd kirin, ku destekê bidine wan da ku li malên xwe vegerin.

 (eh)

ANHA