Xwepêşendaran:  Bila hêzên navdewletî çavdêriya herêma ewle bikin

Bi sedan kesên ji bajarê Girê Spî koçber bûne, li gel şêniyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û banga vekişandina artêşa Tirk ji xaka Sûriyê kirin û gotin, bila hêzên navdewletî çavdêriyia herêmê ewle bikin.

Xwepêşendaran:  Bila hêzên navdewletî çavdêriya herêma ewle bikin
Xwepêşendaran:  Bila hêzên navdewletî çavdêriya herêma ewle bikin
Xwepêşendaran:  Bila hêzên navdewletî çavdêriya herêma ewle bikin
Xwepêşendaran:  Bila hêzên navdewletî çavdêriya herêma ewle bikin
22 cotmeh, 2019   16:06
GIRÊ SPÎ

Bi sedan şêniyên Girê Spî, Tebqa, Reqa û Dêrazorê li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî kom bûn, êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajarê Girê Spî û Serêkaniyê şermezar kirin û banga yekitiya axa Sûriyê kirin.

Şêniyan wêneyên zarokên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî li Serêkaniyê kirine hedef, wêneya siyasetmedar Hevrîn Xelef a ku li ser destê çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser rêya navdewletî hate qetilkirin, pankartên bi nivîsên `Em banga çavdêriya navdewletî li ser herêma ewle dikin`, `Em banga vekişîna hêzên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên me dikin` hildan.

Piştre girseya gel bi kerwanek erebeyan berê xwe dan navçeya Çelebiye ya girêdayî kantona Kobanê û tev li çalakiya konvedanê bûn.

Di bin konê çalakiyê de deqeya rêz a bîranîna şehîdan hate girtin. Piştre hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid axivî, bi xêrhatina girseya gel kir bi taybet koçberên Girê Spî û wiha domand: "Bi navê gelê Sûriyê bi giştî yê ku axa welat bi xwîna şehîdan av dan, em hemûyan silav dikin."

El-Ebid berxwedana şervanên YPJ`ê silav kir û diyar kir ku wan çeteyên Erdogan tirsandin û wiha domand: "Gotin em netewperest in û em cudaker in. Em in ên ku ji hundirê Sûriyê dest xwe ji bo yekrêziyê û parastiya yekitiya axa Sûriyê dirêj kir. Wan şoreş veguherand şerê navxweyî, xwestin Sûriyê parçe bikin û hegemoniya osmanî careke din vegerînin."

El-Ebid got, " Bi nav ola Îslamê bi rêya DAIŞ`ê êrîşî herêmê kirin vê carê bi xwe û bi navê ol êrîşî herêmê dikin.

Di dawiyê de El-Ebid bang li kesên ku di refên dagirkeriyê de ne kir ku vegerin û dev ji birakujiyê berdin.

(şx)

ANHA