Çalakiya konvedanê ya li gundewarê Reqayê didome

Çalakiya konvedanê ya li bajarokê Til Semin ê bakurê Reqayê ya ji bo şermezarkirinê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk didome.

Çalakiya konvedanê ya li gundewarê Reqayê didome
Çalakiya konvedanê ya li gundewarê Reqayê didome
Çalakiya konvedanê ya li gundewarê Reqayê didome
Çalakiya konvedanê ya li gundewarê Reqayê didome
22 cotmeh, 2019   14:44
REQA

Îro nûnerên Meclisa Sivîl a Reqayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Jin a Tebqayê  serdana çalakiya konvedanê kirin. Di çalakiyê de hate gotin, çendîn êrîş û dagirkerî bidome berxwedan jî berdewam e. Gelan her mijarek ku Sûriyê parçe dike yan jî dagirkerî dide rûniştandin qebûl nakin.

Di çalakiyê de bi navên Meclisa Sivîl a Reqayê endamê rêveber ê Buroya Rêxistinkirina Meclisan Ebdulatîf, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cîgirê hevserokatiyê Hemdan El-Ebid û Meclisa Jin a Hezîma endama rêveber Hind El-Ata axivîn.

Di axaftinan de êrîşên artêşa Tirk a dagirker û dagirkirina axa Sûriyê hatin redkirin û bêndengiya navdewletî li hember bikaranîna Tirkiyê çekên qedexekirî hate şermezarkirin. Axaftvanan bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku wan binpêkirinan û komployên der heqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de têne plankirin rawestînin.

Kesên axivîn berxwedana şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk di Berxwedana Rûmetê de silav kirin û soza şopandina rêya şehîdan dan.

(şx)

ANHA