‘Min lingên xwe wenda kir û ez ji bo welêt amade me canê xwe û zarokên xwe bidim’

Dema şerê Lubnan û Îsraîlê ew leşkerê rejîma Sûriyê bû û lingên xwe wenda kirin, îro jî bavê 2 şervanên YPG`ê ye û wiha tîne ziman:"Îro em rastî talankirin û qirkirinê tên, ji ber vê yekê ez amade me, di oxira parastina welat û gelê xwe de, hem canê xwe û hem jî zarokê xwe feda bikim."

‘Min lingên xwe wenda kir û ez ji bo welêt amade me canê xwe û zarokên xwe bidim’
20 cotmeh, 2019   11:24
QAMIŞLO-EHEMD SEMÎR-SILAVA ABDULREHMAN

Duh dema karwanê sivîl ji bajarê Qamişlo ber bi bajarê Serêkaniyê ve çûn, da ku korîdoreke mirovî, ji bo rizgarkirina sivlên birîndar ên ku di encama topbarana artêşa Tirk de birîndar bûbûn vekin, di nava karwan de welatiyekî(50) ku ji her 2 lingan bûye û li motorsîkekî 3 ling siwar bûbû, hebû.

Cabir Xelef ji gundê Hîmo yên rojavayê bajarê Qamişlo ye, 2 zarokên wî di nava Yekîneyên Parastina Gel de ne û ew dema leşkerê rejîma Sûriyê bû, ji her 2 lingan bû.

Cabir wiha amaje bi wê demê kir: "Em avêtin nava şerê Lubanê, lê belê karê min bikaranîna çeka B7 bû, tevî ku ne girêdayî me bû, lê min di wî şerî de her 2 lingên xwe wenda kirin, em ji bo berjewendiyên xwe dixebitandin, lê îro ji bo gelê Kurd tu kes tiştekî nake, xaka me rastî êrîşên hovane tê, gelê me ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê li pêşiya çavên cîhana bê wîjdan, rastî komkujî û qirkirinê tê."

Cabir bi dilsozî wiha axaftina xwe domand:"Ji gel, xak û pêşeroja zarokên xwe îro keç û xortên me şer dikin, heke duh em di şerê xelkê de dimirin, îro em ji bo xwe dimirin, ev jî bi tenê serê xwe namûs e, ji ber vê yekê divê gelê li hemû devaran destekê bidine şervanan, ez im ê ku li ser xaka xerîban lingên xwe wenda kirin û bê vîna xwe ketim nava şer de, îro ez bi hemû vîna xwe amade me can û zarokên xwe di oxira diyarkirina çarenûsa xak û gelê xwe de, her wiha parastina gelê û zarokên xwe yên ku îro bi çekên artêşa Tirk û çeteyên wê têne qetilkirin bidim."

Apê Cabir wiha amaje kir:"Tenê hêviyeke min heye, ku ew jî di oxira parastina welat û gelê xwe bimirim, her wiha ji şervanan dixwazim ku çeka B7 bidin min û min bişînin çeperekê, da ku ez tank û panzerên artêşa Tirk tune bikim û paşê bila ez rehet bimirim, ji ber wê demê ez zanibim, ku min ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda kiriye."

Di dawiya axaftina xwe Cabir Xelef nameyek ji şervanên li çeperên şer ên li Serêkaniyê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin pêşkêş kir û got: “ Ez berxwedana we ya efsûnî silav dikim, ez ji hêz û vîna we bawer im, ji ber hun xwediyên heq û rûmetê ne, dê serkeftin para we be.”

(eh)

ANHA