Şêniyên Amûdê cenazeyê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Şêniyên navçeya Amûdê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê du şervanên QSD`ê ku di encama Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne li Goristana Şehîd Îsmaîl, oxir kir.

Şêniyên Amûdê cenazeyê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Amûdê cenazeyê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Amûdê cenazeyê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Amûdê cenazeyê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Amûdê cenazeyê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
Şêniyên Amûdê cenazeyê du şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin
20 cotmeh, 2019   11:16
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya girêdayî kantona Qamişlo bi merasîmekê bi heybet cenazeyê şervanê QSD`ê Welîd Xalid (Welîd Hesekê) û Mihemed Salih (Hemê Reş) ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne li Goristana Şehîd Îsmaîl oxir kir.

Şêniyan cenazeyê herdû şehîdan ji Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê wergeritin û ber bi goristanê ve meşiyan.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Paşê ji fermandarên QSD`ê Şîlan Elend axivî û îşaret bi rola têkoşîna şêniyên Bakur û Rohilatê Sûriyê di parastina ewlehî û aramiya herêmê de, kir.

Şîlan diyar kir ku gelek hewldan li dijî gelên herêmê hatin kirin, armanca wan ku îradeya gel bişkînin û aramî û ewlehiya herêmê tevlî hev bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Lê hemû hewldanên dagirkeran û hewldanên dewleta Tikr têk çûn. Me çawa DAIŞ`ê têk bir em ê çeteyên Tirkiyê têk bibin."

Paşê wesîqeta şehadeta her du şehîdan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin. Di dawiyê de cenazeyê herdû şehîdan di nava tilîlî û dirûşmeyên dilsozya bi şehîdan re hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA