Şandeyek tenduristiyê serdana kampa Waşûkanî kir

Şandeyek ji Desteya Tenduristiyê bi hevkariya Yekitiya Bijîşakan serdana kompa Waşûkanî kirin da ku rewşa koçberan ji nêz ve bişopînin û pêwîstiyên wan pêşkêş bike.

Şandeyek tenduristiyê serdana kampa Waşûkanî kir
Şandeyek tenduristiyê serdana kampa Waşûkanî kir
Şandeyek tenduristiyê serdana kampa Waşûkanî kir
Şandeyek tenduristiyê serdana kampa Waşûkanî kir
Şandeyek tenduristiyê serdana kampa Waşûkanî kir
Şandeyek tenduristiyê serdana kampa Waşûkanî kir
Şandeyek tenduristiyê serdana kampa Waşûkanî kir
Şandeyek tenduristiyê serdana kampa Waşûkanî kir
14 sibat, 2020   16:36
HESEKÊ

Şande ji hevserokê Yekitiya Bijîşkan  a Herêma Cizîrê Ehmed Yûsif, hevserokê Yekitiya Bijîşkan  a Qamişlo Mustefa Ebdulkerîm, hevseroka Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê Menal Mihemed û hejmarek ji endamên deste û yekitiya bijîşkan, kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneya çavan a bajarê Qamişlo pêk dihat.

Şande di nava kampê de geriya û bi malbatan re pêwîstiyên wan ên tenduristiyê nîqaş kirin. Her wiha serdana navenda Heyva Sor a li kampê kir.

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Menal Mihemed ji ANHA‘yê got: "Armanca me ji vê serdanê rewşa şêniyên li kampê bişopînin û pêwîstiyên wan nas bikin da ku peyda bikin. Erka me ye li kêleka koçberan bisekinin bi taybet di vê rewşa hewayî de û rewşa nexweşan binerin."

Menal anî ziman ku wan mijarên girîng bi rêveberiya kampê û Heyva Sor re nîqaş kirine da ku kêmasiyên di kampê de çareser bikin û got:  "Hemû nexweşxane û kilînkên me ji koçberan re vekirîn e, çi koçberên li kampa Waşûkanî û çi kampên din be. Em amade ne xizmetê pêşkêşî kampê bikin."

Menal di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî kir ku alîkariyê koçberan bikin.

ANHA