Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîdê Berxwedana Rûmetê re xwestin

Pêkhateyên navçeya Tirbespiyê di bin kon sersaxiyê yê şehîd Tahir de piştgirî û hevgirtina xwe bi QSD`ê re li dijî dagirkeriya Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ragihandin.

Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîdê Berxwedana Rûmetê re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîdê Berxwedana Rûmetê re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîdê Berxwedana Rûmetê re xwestin
Şêniyên Tirbespiyê sersaxî ji malbata şehîdê Berxwedana Rûmetê re xwestin
20 cotmeh, 2019   11:26
QAMIŞLO

Sedan şêniyên pêkhateyên navçeya Tirbespiyê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Tahir Ilêwî ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû. Kon li gundê Girê Merkî ya girêdayî navçeya Tirbespiyê hatiye vedan.

Merasîma sersaxiyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek axaftin hatin kirin, ji wan bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê rêveberiya meclisê Hac Ebdî Xelef û bi navê HPC`ê endamê rêveberiyê Ebdilxenî Silêman û bi navê malbata şehîd, kurê apê wî Amir Ilêwî axivîn.

Axaftvanan bang li civaka navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û wiha gotin: "Îro malbatên şehîdan li ser destê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê tên kuştin."

Her wiha axaftvanan diyar kirin ku hevgirtina şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê teror têk bir û ew ê ji bo têkbirina terora Tirkiyê û çeteyên wê jî têbikoşin.

Merasîma sersaxiyê heta seatên êvarê dê dewam bike.

(jo)

ANHA