HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 10 leşker û çete hatin kuştin

HRE‘yê ragihand ku di çalakiyên tolhildanê yên hêzên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirer û çeteyên wan de li navçeyên Şera û Şêrawayê 10  leşker û çete hatin kuştin.

HRE: Di çalakiyên tolhildanê de 10 leşker û çete hatin kuştin
19 cotmeh, 2019   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên wan ên duh (18‘ê Cotmehê) ên li Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Di çarçoveya rêzeçalakiyên tolhildanê yên hêzên me ya di dîroka 18‘ Cotmeha 2019‘an ku li navçeyên Şêrawa û Şera yê girêdayî Efrînê li hemberî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de hatiye li dar xistin de:

Di roja18‘ê Cotmehê de li gundên Meryemîn, Enabkê û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera hêzên me li hemberî 2 baragehên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên sabotajê li dar xistin. Encamê de 1 leşkerekî artêşa Tirk hat kuştin, 3 leşker birîndar bûn û 2 seyareyên leşkerî hat derb kirin

Di heman dîrokê de li gundê Basûtê û Cebel Ehlam yê girêdayî navçeya Şêrawa hêzên me ji du baskan ve li dijî 2 bendên kontrolê ye girêdayî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di encamê çalakiyan de 9 çeteyên dagirker hatin kuştin, hejmarek birîndar bûn her wiha 2 seyareyên leşkerî bi cureya toyota û 1 seyareya sarinca mazotê hatin rûxandindin.

Herwiha piştî ku hêzên me li van herêman çalakiyan li dar xistin, artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Şewarixa û Malikiyê yê girêdayî Şera û gundên Soxanekê, Bênê her wiha Aqîbê bi dijwarî topbaran kirin û balafirên keşfê jî li ser van herêman digeriyan."