Artêşa dagirker Mizgefta Mezin a Serêkaniyê kir hedef

Artêşa Tirk a dagirker mizgefta Mezin a Serêkaniyê bi obûs û hawinan kir hedef. Di encamê de zirarên mezin gihaşt mizgeftê.

Artêşa dagirker Mizgefta Mezin a Serêkaniyê kir hedef
19 cotmeh, 2019   14:25
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe li ser taxên bajarê Serêkaniyê didomînin û cihên giştî û malên sivîlan kirin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi zanabûn cihên olî topbaran dikin, vê ê carê Mizgefta Mezin a bajarê Serêkaniyê topbaran kir.

Di dimenan de zirarên ku ji ber topbaranê bi mizgeftê hatiye diyar dibin.

Artêşa Tirk a dagirker ji destpêka êrîşên xwe gelek dêrên xiristiyan ên Serêkaniyê, Qamişlo û Tirbespiyê kirin hedef.

(şx)

ANHA