‘Divê civaka navdewletî korîdorên mirovî veke da ku birîndaran derxin’

Xwepêşandêran li bin konê li bajarokê Til Semin ê navçeya Eny Îsayê bang li civaka navdewletî kir ku korîdorên mirovî vekin da ku birîndaran ji bajarê Serêkaniyê derxin.

‘Divê civaka navdewletî korîdorên mirovî veke da ku birîndaran derxin’
‘Divê civaka navdewletî korîdorên mirovî veke da ku birîndaran derxin’
‘Divê civaka navdewletî korîdorên mirovî veke da ku birîndaran derxin’
‘Divê civaka navdewletî korîdorên mirovî veke da ku birîndaran derxin’
19 cotmeh, 2019   13:57
REQA

Şênî ji tevahî herêmên Teqa, Dêrazorê û Reqayê serdana konê çalakiyê ku li bajarokê Til Semin ê bi ser navçeya Eyn Îsa ya bakurê Reqayê ve ku di roja 6’an de hatiye vegirtin, kir. Şênî dijminatiya dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên bi mafên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tînin, şermezar dikin.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Girê Spî Hemdan Ebid piştrast kir ku pêwîst e hevgirtin û yekparebûna tevahî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebe ku li hember dijminatiya dewleta Tirk a dagirker bisekinin û îşaret pê kir ku divê dijminatî bê bidawîkirin û garantiya vegera koçberan li gund û bajarên ku bi zorê jê koçber bûne, pêk were.

Hevserokê Şaredariya Gel a Reşîdê Sened Ehmed wiha got: "Îro bi yek seknê li dijî dijminatiya ku ewlehî û aramiya welatê me dike hedef, em disekinin û nahêlin ne Tirkiye û ne jî ji bilî wê derbasî xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bibin."

Ehmed diyar kir ku QSD’ê cîhan ji terora DAIŞ’ê rizgar kir û dikare parastina gel ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ku Tirkiyê bi pereyan kirîne, bike.

Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Girê Spî Hemdan Ebid jî diyar kir ku rola ku şervanên QSD’ê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk tîne, bê hempa ye.

Ebid îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker komkujiyên pêk tîne û wek hovîtî bi nav kir. Ebid wiha lê zêde kir: "Heta dewleta Tirk a dagirker ji xaka me derdikeve û şênî vedigerin malên xwe, em têkoşîna xwe ranawestînin."

Xwepêşandêran piştrast kir ku divê civaka navdewletî tev bigere, êrîşên dewleta Tirk a dagirker rawestîne, lêpirsînê der barê komkujiyên bi mafên sivîlan de pêk anîne, bike û korîdorên mirovî li Serêkaniyê veke da ku şehîd û birîndarên di encama topbarana bêserûber de ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve pêk hatiye, derxin.

(fr)