Şêniyên Helebê desteka xwe ji Berxwedana Rûmetê re didomînin

Çalakiyên piştgiriya Berxwedana Rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk di roja xwe ya 4’an de li bajarê Helebê dewam dikin.

Şêniyên Helebê desteka xwe ji Berxwedana Rûmetê re didomînin
Şêniyên Helebê desteka xwe ji Berxwedana Rûmetê re didomînin
Şêniyên Helebê desteka xwe ji Berxwedana Rûmetê re didomînin
Şêniyên Helebê desteka xwe ji Berxwedana Rûmetê re didomînin
Şêniyên Helebê desteka xwe ji Berxwedana Rûmetê re didomînin
Şêniyên Helebê desteka xwe ji Berxwedana Rûmetê re didomînin
Şêniyên Helebê desteka xwe ji Berxwedana Rûmetê re didomînin
Şêniyên Helebê desteka xwe ji Berxwedana Rûmetê re didomînin
14 cotmeh, 2019   13:12
HELEB

Îro bi dehan şêniyên Xeta Şehîd Rûbar Qamişlo û endamên Meclisa taxa Eşrefiyê li Qada Şehîdan a taxa Şêxmeqsûd kom bûn ku konê piştgiriyê lê hatiye vedan.

Kon bi wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Parastina xak û rûmeta xwe bikin","Êrîşa Tirkiyê ya ser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin" hatin hildan.

Çalakiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê rêveberiya Xeta Şehîd Rûbar Qamişlo Ehmed Xelîl axivî û behsa dîroka dewleta Tirk û qirkirin û komkujiyên ku Tirkiyê li dijî gelê Kurd pêk anîne, kir û wiha got: "Projeya dewleta Tirk qirkirin û pêkanîna komkujiyên li ser gelê Kurd e, derbasbûna Tirkiyê li xaka Sûriyê armanca tunekirina nasnameya gelê Kurd e û armanca din vejandina Osmaniyan e."

Her wiha endama Kongreya Star Mewlîde Silêman axivî û got QSD`ê hemû herêmên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û ewlehî û istîqrar li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerand, lê dewleta Tirk dixwaze DAIŞ`ê vejîne û projeya xwe ya dagirkeriyê li Sûriyê dewam bike.

Her wiha endamê Komîna Şehîd Gelhat a taxa Şêxmeqsûd Kamîran Bîlal got dewleta Tirk û çeteyên wê komkujî li ser gelên herêmê pêk anî û nikare îradeya gelan bişikîne û piştrast kir ku ew ê heta dawiyê piştgiriya Berxwedana Serdemê bikin.

Çalakî dewam dike.

(jo)

ANHA