Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hat xwestin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê sersaxî ji malbata sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwest.

Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hat xwestin
Sersaxî ji malbatên şehîdên Berxwedana Rûmetê re hat xwestin
14 cotmeh, 2019   12:52
QAMIŞLO

Bi hezaran şênî li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a li navenda bajarê Dêrikê kom bûn, sersaxî ji malbata sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef, endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ferhad Remedan ku di encama kemîneke çeteyên artêşa Tirk de şehîd bû, Emîr Rakan (Kajîn Şiyadr), Mislih Elî (Bîlal Til Mişhin), Mûaz Simar (Harûn Doşka) ku li Serêkaniyê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, her wiha şehîd Salih Hemik ku li bejahiya Dêrikê di encama topbarana artêşa Tirk de şehîd bû, xwest.

Li qada navendê wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, wêneyên şehîdên Berxwedana Rûmetê, wêneyên şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û alên ku nûnertiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, hatin daliqandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê melayê Mizgefta Kevn a Dêrikê şêx Masûm El-Dêrşewî wiha axivî: "Em bejna xwe li pêşiya mezinbûna şehîdên ku ji aliyê rêxistina herî qirêjî ku cîhanê nas kir û fikrên wan ên radîkal şehîd bûne, ditewînin. Ew koleyên dewletên dagirker in. Ew in ên ku li hember mafên gelên bindest û azadîxwaz sekinîn."

Şêx El-Dêrewî destnîşan kir ku komên çete xwe firotiye dewletên dîktator û got şehîdên wan ji bo rastiyê, nirxên mirovahiyê û azadiya gelan canê xwe feda kir.

Her wiha ji rêveberên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê  Semîar El-Ezîz axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Piştî ku şervanên QSD`ê çeteyên DAIŞ`ê têk birin, dewleta Tirk destekê dide komên terorîst."

Paşê bi navê koma ciwanên Başûrê Kurdistanê ku banga seferberiya giştî pêk anîn û berê xwe da Rojava da ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bisekinin, axivî. Karwan wiha got: "Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û çeteyên îtîlafa Sûriyê ve rastî qirkirin û guhertina demografîk tên. Ji ber wê divê ciwan banga seferberiya giştî pêk bînin da ku em parastina nirxên gel û mirovahiyê bikin ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve têne binpêkirin."

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Malbatên şehîdan soz da ku ew ê heta serkeftinê şopdarên rêya wan bin, her wiha dirûşmên “Şehîd namirin” û silavkirina berxwedana QSD`ê hatin berzkirin.

(bx)

ANHA