Rayedarên DYA’yê: Enqereyê bi zanebûn baregeha DYA’yê ya li Kobanê topbaran kir

Têkildarî topbarana artêşa dewleta Tirk berpirsên DYA’yê got dewleta Tirk baregeha DYA’yê ya li Kobanê bi zanebûn topbaran kir, her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide rûbereke mezin ji xaka Sûriyê dagir bike.

Rayedarên DYA’yê: Enqereyê bi zanebûn baregeha DYA’yê ya li Kobanê topbaran kir
13 cotmeh, 2019   07:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Washington Post a Amerîkayê diyar kir ku roja înê, 4 rayedarên DYA’yê yên berê û niha bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker noqteyên operasyonên taybet bi DYA’yê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbaran kir û baş dizanîbû ku ji beriya çend mehan ve leşkerên Amerîkayê li wir in. Vê yekê hişt ku pirsnîşan çêbin bê ka gelo Tirkiye hewl dide hêzên Amerîkayê dûrî sînor bixe?

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê topbarana artêşa Tirk berdewam e û baregeha Amerîkayê ya li bajarê Kobanê de jî hate topbarankirin. Tê zanîn ku QSD û DYA`yê ji beriya çend salan ve, li dijî DAIŞ`ê hevkar bûn.

Rojnameya Amerîkayê destnîşan kir ku rayedarên Amerîkayê bi fikar in ku dewleta Tirk hewl dide rûbereke mezin ji xaka Sûriyê dagir bike.

(eh)