YPJ: Şehadeta heval Hevrîn ji bo me fermana berxwedanê ye

Fermandairya Giştî ya YPJ’ê bi daxuyaniyekê sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef ku di encama kemîneke çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbû, bi bîr anî û got “Dê bersiva me ji şehadeta hevserok û pêşenga gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevrê Hevrîn re bibe mezinkirina berxwedan, têkoşîn û bidestxistina serkeftinê.”

YPJ: Şehadeta heval Hevrîn ji bo me fermana berxwedanê ye
13 cotmeh, 2019   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandiya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyeke nivîskî sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî. Hevrîn Xelef pêr di encama kemîneke çeteyên DAIŞ`ê de ku li ser rêya bajarê Qamişlo danîbûn, şehîd bû.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Em bi rihê berxwedêr, bi sekn û biryardariya şehîdên xwe, pêşeng û jina têkoşînvan, ya di bin her şert mercan de ji bo azadiya gelê xwe têkoşîn meşand, bi hurmet û rêzdariyeke mezin hevrê Hevrîn Xelaf bi bîr tînin. Em di şexsê hevrêya doza azadiyê, hevrê Hevrîn de tevahî şehîdên şoreşa azadiyê bi bîr tînin û soza me daye şehîdên xwe careke din bi biryardariyeke mezin nû dikin. Ji gelê Bakur û Rojhilatî Sûriyê, tevahî mirovahiyê û malbata hevrê Hevrîn re sersaxiyê dixwazin.

Di 9’ê Cotmehê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî bi armanca tunekirina destkeftiyên şoreşa gelê me, dest bi tevgera dagirkeriyê kir. Ev êrîşa dagirkeriyê ne tenê li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, li ser tevahî nirx û rûmeta mirovahiyê ye. Dewleta Tirk, di şexsê gelê Kurd û jina Kurd de dijminahiya herî mezin li hemberî gelan dike. Ev êrîş di rojeke wiha de pêk anîn, ne jixweber e. Ev êrîş, di encama pilangerî û hesapên qirêjî yên di navbera dewletên ku niha li ser herêma me temenê şer dirêj dikin de, hatiye pêşxistin. Em dewletên ku destûr dane vê dagirkeriya dewleta Tirk û hemû kesên li hemberî vê dagirkeriyê bê deng dimînin, di ber vê xwîna îro dirije de berpirsyar dibînin.    

Me di 8 salên derbas bûyî de, di şerê parastina rûmeta mirovahiyê de, bi hezaran şehîd dan. Ji bo em welatê xwe, nirx û hebûna gelê xwe biparêzin, me ew qas şehîd dan. Hevrê û pêşenga me Hevrîn, îro li hemberî plangeriya qirkirinê bû şehîda berxwedana parastina welatê xwe. Heval Hevrîn, bi planeke qirêj û xiyanetkar hate hedefgirtin. Ev êrîşa li ser pêşenga me hate pêkanîn li ser tevahî jinan e. Çeteyên DAIŞ’ê, çawa li Şengal û deverên din hovîtiya herî mezin li ser jinan pêk anî, îro dewleta Tirk jî bi çeteyên xwe heman hovîtiyê û heta ji DAIŞ’ê xerabtir hovîtiyê li ser jinan dimeşîne. Di şerê Efrînê de, di şexsê hevrêya me Barîn û Amargî de dewleta Tirk, li hemberî cîhanê rûreşiyeke mezin dît. Îro careke din ew kîn, hêrs û nefreta xwe ya li hemberî jina azad, mirovên berxwedêr daye der. Em wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) vê êrîşa nemerdane, vê kiryara li dijî nirxên mirovahî û li dijî exlaqê şer, li hemberî hemû jinan dibînin û em dibêjin em ê hesabê vê bipirsin.

Me wek Yekîneyên Parastina Jin, çawa di têkoşîna 8 salên derbasbûyî de, bê teredut cihê xwe di eniya şerê parastina rewa de girt, em îro jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk amade ne bi vê erka xwe ya dîrokî rabin. Berxwedana parastina rûmetê kete roja xwe ya pêncemîn. Em bi şervan û fermandarên xwe ve di eniyên şer yên herî pêş de cih digirin. Ev pêşengî ji bo me YPJ’ê cihê rûmetê ye. Em ji bo tola hevserok, hevrê û peşenga gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê heval Hevrîn rakin, çi ji destê me were em ê heya dawiyê bikin. Em ê bi rihê hevrê Ronas Ereb, Ronahî, Nupelda, Siyajîn, Silava, Rêvan, Sorxwîn, Deniz û Nêrgîz ku di berxwedana şerê Serêkaniyê û Girê Spî de pêşengî kirin, xwedî li şehadeta hevseroka partiya xwe ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê derkevin.

Em li ser vê bingehê bang li hemû jinan dikin û dibêjin, hemû jinên ku hevaltî di fikir, ruh, wîjdan û hestên jinbûnê de, bi jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dikin, rabin ser pêyan li hemberî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê dengê xwe bilind bikin. Jinên cîhanê û Rojhilata Navîn çawa dema têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de piştgirî dan me, em îro careke din bi hêvî ne, hemû jin dengê xwe li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bilind bikin. Em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo xwedî li azadî û rûmeta xwe derkevin, wek jinên Ereb, Kurd û Asûrî di vê berxwedanê de dîrokeke nû ya têkoşînê binivîsin.   

Bi vê bîr û baweriyê em wek Yekîneyên Parastina Jin, biryardariya xwe ya têkoşînê tînin ziman û em dibêjin; wê bersiva me ji şehadeta hevserok û pêşenga gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevrê Hevrîn re bibe mezinkirina berxwedan, têkoşîn û bidestxistina serkeftinê.”