Hêzên Ewlekariyê têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got, DAIŞ‘ê ji êrîşên Tirkiyê sûdê digire da ku çalakiyên xwe di nava bajêr de zêde bikin.

Hêzên Ewlekariyê têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
11 cotmeh, 2019   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êrîşa ku şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê li kolana Munîr Hebîb a bajarê Qamişlo pêk anîbûn daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: "DAIŞ‘ê ji êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê sûdê digirin û çalakiyên xwe zêde dikin. Di vê çarçoveyê de erebeyeke bombebarirî xwaringeha Omerî ya li kolana Munîr Hebîb a bajarê Qamişlo kir hedef. Di demekê de ku sivîl û rojnamevan li kolanê bûn û êrîşên dijmin dişopandin ev teqîn pêk hat. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn. Tîma Awarte ya Destwerdana Lezgîn xebatên lêgerîna birîndar û şehîdan di bin înqazan de didomînin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya niha jî me hişyariya da bû ku yê herî zêde dê ji van êrîşan sûdê werbigirin rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê ye. Ji her kesî re diyar e ku endamên rêxistinê ji destpêkê êrîşan ve tevgera xwe zêde kirine û refa xwe ji nûve bi rêxistin dikin da ku fikrê tundaw ji nû ve zindî bikin.

Em radighînin ku Hêzên Ewlekariyê vê sibehê şaneyek veşartî ya DAIŞ‘ê li taxa bajarê Qamişlo ku bi îstîxbarata Tirkiyê koordîne dikir û agahiyên nuqteyên hêzên me didan we, girtin."

(bb)

ANHA