Têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk, Pentagonê daxuyanî da

Li gorî Associated Press Pentagon êrîşên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tehdîdek li dijî pêşketina şerê DAIŞ`ê wesifand, her wiha wê wek tehdîdek muhtemel li ser hêzên amerîkî hesiband.

Têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk, Pentagonê daxuyanî da
11 cotmeh, 2019   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniyek nivîskî de îro berdevkê fermî yê Pentagonê Jonathan Hoffman got Wezîrê Parastinê yê amerîkî Mark Esber bi rêya telefonê bi hempêşiyê xwe yê tirkî re axivî û got DYA`yê li dijî êrîşê ye.

Pentagon beriya êrîşan got ew êrîşan erê nake.

Hoffman got Esber ji hempêşiyê xwe yê tirkî re ragihand ku êrîşên Tirkiyê pêşketina ji bo tunekirina DAIŞ`ê dixe xeteriyê. Esber ji Tikriyê  xwest ku êrîşên xwe rawestîne.

Esber got Tirkiyê piştî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dike hember xeteriya encamên cidî. Her wiha metirsiyên xwe ji vê yekê anî ziman ku dibe zirarê bi karmendên amerîkî yên li Sûriyê bike.

(şx)