Şêniyên Til Birakê: Em xaka ku bi xwîna şehîdan hatiya avdan, bernadin

Pêkhateyên navçeya Til Birak a herêma Cizîrê gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û tekez kir ku li rex QSD’ê ne ku bi hezaran qurbanî dane. Her wiha şêniyan diyar kir ku xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, bernadin.

Şêniyên Til Birakê: Em xaka ku bi xwîna şehîdan hatiya avdan, bernadin
Şêniyên Til Birakê: Em xaka ku bi xwîna şehîdan hatiya avdan, bernadin
Şêniyên Til Birakê: Em xaka ku bi xwîna şehîdan hatiya avdan, bernadin
Şêniyên Til Birakê: Em xaka ku bi xwîna şehîdan hatiya avdan, bernadin
Şêniyên Til Birakê: Em xaka ku bi xwîna şehîdan hatiya avdan, bernadin
Şêniyên Til Birakê: Em xaka ku bi xwîna şehîdan hatiya avdan, bernadin
7 cotmeh, 2019   12:50
QAMIŞLO

Îro danê nîvro, bi sedan şêniyên navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo meşiyan ku gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Meş ji pêş têketina navçeya Til Birak a başûr dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdan a li naverasta navçeyê ve pêk hat. Meşvanan pankartên "Dewleta dagirker a Tirk, dagirkeriya talan û diziyê ye", "Meşa gelan li dijî dewleta dagirker a Tirk", "Bimire dagirkerî...bijî biratiya gelan"  hilgirtin û dirûşmên "Erdoganê kujer" berz kirin.

Meş li Çarxerêya Şehîdan vegerî mîtîngê. Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Weid Elewî, endamê Meclisa navçeyê Mihemed Elî û endama Kongreya Star Henan Silêman axivîn.

Axêveran gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û tekez kir ku tevahî pêkhate li rex QSD’ê ne ku bi hezaran şehîd dane û diyar kir ku amade ne hê zêdetir şehîdan bidin û xaka ku bi xwîna ciwanên wan hatiye avdan ,bernadin.

Meş bi dirûşmên şermezarkirina gefên Erdogan ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdendiya navdewletî der barê van gefan de, bi dawî bû.

(fr)

ANHA