YE’yê têkildarî gefên êrîşê yên dewleta Tirk hişyarî da

Reutersê ragihand ku YE’yê der barê êrîşeke muhtemel a Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî biryara Amerîkayê ya ji nişka ve ya vekişandina hêzên xwe ji herêmê, hişyarî da.

YE’yê têkildarî gefên êrîşê yên dewleta Tirk hişyarî da
7 cotmeh, 2019   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Yekitiya Ewropayê (YE) di civîneke çapemeniyê de der barê daxuyaniya dewleta Tirk û DYA’yê ya li ser pêşketinên rewşên heyî de got tevî “metirsiyên dewleta Tirk ên rewa”, YE’yê ji destpêkê ve anî ziman ku pêşketina rewşeke daîm li herêmê bi rêbazên leşkerî ne pêkan e.

Parlamenterê HDP’ê yê berê ji ajansa ANHA’yê re ragihandibû ku dewleta Tirk dibe ku bêdengiya Ewropayê der heqê êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikire.

Girêdayî mijarê berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov da zanîn ku  Pûtîn bi Erdogan re plana dewleta Tirk a êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêkolîn nekir. Dmitry Peskov wiha domand: "Kremlîn ji dewleta Tirk hêvî kir ku li gorî rêgeza yekitiya xaka Sûriyê tev bigere."

Lê belê zimanê gefên dewleta Tirk piştî lûtkeya sêalî ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê ya 16’ê Îlona borî de, dijwartir bû.

Der barê bersivdana helwesta Kremlin a plana Enqereyê ya êrîşkirina li dijî Bakur û Rojhilatê sûriyê wiha Dmitry Peskov daxuyand: "Em beriya her tiştî dibêjin, pêwîst e li gor yekitiya Sûriyê ya ax û siyasetê bê tevgerîn. Yekitiya xaka Sûriyê, nuqteya destpêkirina kedên ji bo dîtina çareseriya Sûriyê û tevahî pirsgirêkên dîtir e."

Kremlîn li ser zimanê Dmitry Peskov bang kir: "Qedexe ye xabatên ku çareseriya Sûriyê asteng dikin, pêk bên." Dmitry Peskov wiha domand: "Di vê rewşê de ya girîngtirîn çi rêbazên ku li pêş rêya çareserkirina aloziya Sûriyê bê sekinandin, bên qedexekirin û bi taybet piştî komîteya destûrê hat avakirin, pêwîst e pêngavên zirarê bi aramiya Sûriyê dikin, bên qedexekirin."

(fr)