Pêkhateyên Girê Spî li dijî gefên dewleta Tirk derketin qadan

Li dijî gefên dewleta Tirk gelên Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen li kantona Girê Spî daketin qadan û li ber sînorê Tirkiyê rawestiyan.

7 cotmeh, 2019   12:17
GIRÊ SPÎ

Li dijî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şêniyên kantona Girê Spî ber bi sîrorê Tirkiyê ve meşiyan û li herêmên cuda li dijî gefên Tirkiyê rawestiyan.

Şênî bi dehan erebeyan ji ber Çerxerêya Alem bi rê ketin, wêneyên şehîdên ku di oxira têkbirina çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbûn, hilgirtin û ber bi gundê Mişêrfa Azo yê rojhilatê bajarê Girê Spî ve çûn.

Şênî li gundê beramberî sînorê Tirkiyê zincîrên mertalên zindî çêkirin û gefên Tirkiyê şermezar kirin.

Paşê şêniyan meşa xwe heta gundê Nis Til berdewam kir û li wir jî mertalên zindî beramberî baregehên Tirkiyê yên li ser sînor çêkirin, her wiha li taxa Minbeteh a bajarê Girê Spî jî beramberî sînorê bi dewleta Tirk re mertalên zindî çêkirin.

Şêniyan 3 komên mertalên zindî li gundên Nis Til, Mişêrafa Azo û taxa Minbeteh vegirtin û heta demekê dê rojane gel beşdarî konan bibe.

Gelê Girê Spî piştî hêzên Amerîkayê ji sînorê Serêkaniyê vekişiyan û dewleta Tirk gef li herêmên Sûriyê xwar, daketin qadan.

(eh)

ANHA