Pêngava "Aştiya bêsînor" bi dawî bû

Meclisa Jinan a Sûriyê pêngava "Aştiya bêsînor" ya ku 21‘ê Îlonê dabû destpêkirin îro bi serdama gaziyên şer û meşeke meşeleyî bi dawî kir.

Pêngava "Aştiya bêsînor" bi dawî bû
Pêngava "Aştiya bêsînor" bi dawî bû
Pêngava "Aştiya bêsînor" bi dawî bû
Pêngava "Aştiya bêsînor" bi dawî bû
Pêngava "Aştiya bêsînor" bi dawî bû
Pêngava "Aştiya bêsînor" bi dawî bû
Pêngava "Aştiya bêsînor" bi dawî bû
26 îlon, 2019   19:37
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Sûriyê îro pêngava xwe ya "Aştiya bêsînor" ya ku 21‘ê Îlonê de bi boneya Roja Aştiya Cîhanê dabû destpêkirin bi dawî kir. Şandeyek Meclisa Jinên Sûriyê serdana Mala Gaziyên Şer a li gundê Hîmo ya bajarê Qamişlo kir, paşê meşeke meseleyî li dar xist.

Jinan gurzên gulan, mûm û alên Meclisa Jinan a Sûriyê hilgirtibûn ji çerxerêya Cotkaran a taxa Enteriyê ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve meşiya. Li wir deqeyek rêz girtin û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Piştre berî dan parka "Drîm Land" a li taxa Erbewiyê û li wir şaniyeke hate lidarxistin.

Koordînasyona Kongreya Star Lîna Bereka axivî û got armanca pêngavê belavkirina aştiyê ye, jin avakar û bangewazên aştiyê ne.

Lîna anî ziman ku wan xwest bi vê pêngavê dengê jinên Sûriyê û azarên ku di şer de kişandine ji cîhanê re ragihînin.

Çalakî bi stranên komên Yekitiya Hunermendan û Tevgera Kevana Zêrîn bi dawî bû.

ANHA