Hêzên Ewlekariya Dêrazorê rê li ber teqîneke mezin girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a  Dêrazorê tankereke ku bi nîv ton madeya C- 4 a teqemeniya bilind barkirî bû, bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Dêrazorê rê li ber teqîneke mezin girt
Hêzên Ewlekariya Dêrazorê rê li ber teqîneke mezin girt
Hêzên Ewlekariya Dêrazorê rê li ber teqîneke mezin girt
Hêzên Ewlekariya Dêrazorê rê li ber teqîneke mezin girt
Hêzên Ewlekariya Dêrazorê rê li ber teqîneke mezin girt
Hêzên Ewlekariya Dêrazorê rê li ber teqîneke mezin girt
12 îlon, 2019   15:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Buroya Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê li ser mijarê daxuyaniyek da û got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro Pêncşemê 12‘ê Îlonê  li gundewarê rojavayê bajarê Hecînê yê Dêrazorê hewldana êrîşeke terorîst a bi rêya tankereke bombebarkirî têk bir. Di tankerê de rêjeyeke mezin a madeya  C-4 hebû û ji aliyê pisporên teqemeniyê ve hate bêbandorkirin."

Buroya diyar kir ku hêzên wan piştî şopandina tevgera şandeyê ya hewl dide teqînê pêk bînin, bi operasyonekê de nuqteya tanker lê hatibû bicihkirin a di navbera bajarokên Şenan û Ebû Hemam ên Hecînê kir diyar kir û hewldan têk bir.

Ji kesên ku beşdarî operasyonê bêbandorkirinê bibûn, diyar kir ku di tankerê de 21 bîdon hebûn, di her bîdonekî de 25 kg madeya C-4 a teqemeniya bilind hebû. Her wiha destnîşan kirin ku tanker hate bêbandorkirin bêyî ku ziyan çêbibe.

ANHA