Li Minbicê teqîn

Li bajarê Minbicê komyoneke ku bi zebzeyan barkirî hate teqandin, li gorî agahiyên destpêkê du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Minbicê teqîn
12 îlon, 2019   15:29
MINBIC

Nûçegihanên me ragihandin ku teqîn li nêzî çerxerêya Mûdafai ya li deriyê têketina bajêr li aliyê rojava li ber dukaneke tamîrkirina wesayîtan pêk tê.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin du kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn cihê teqînê dorpêç kirin û lêpirsîn dan destpêkirin.

ANHA