Artêşa dagirker gundên Şerayê jî topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundên Şewarxe, Kela Şewarxe û Malikiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê jî dan ber topban.

Artêşa dagirker gundên Şerayê jî topbaran dike
7 îlon, 2019   18:17
EFRÎN

Li gel êrîşên li ser gundên Şêx Îsa û Herbelê yên Şehbayê, artêşa Tirk a dagirker gundên Şewarxe, Kela Şewarxe û Malikiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê jî topbaran dikin.

Nûçegihanên me diyar kirin ku hêzên dagirker bi çekên giran wekî doçka û topan bi dijwarî êrîş dikin.

ANHA